Karesata alkola sexte: 4 mirî, 3 desteserkirî
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Îranşarê yê li başûrrojhilatê Îranê ji ber alkola sexte 4 kesan mirin.
Li ser bûyerê 3 kes hatin desteserkirin û qedexeya alkolê ya li Îranê û hilberîna qaçax careke din bû rojev.
Bûyer îro bi daxuyaniya rayedarên tenduristiyê yên herêmî derket holê.
Li Îranşarê di nava 24 saetên dawî de gelek kesên ku alkola qaçax a li malan hatiye çêkirin vexwariye serî li nexweşxaneyan da.
Çavkaniyên tenduristiyê ragihand ku 4 kesên bi jehrê ketine mirine.
Her wiha hat diyarkirin ku ji 5 kesên li nexweşxaneyê tên tedawîkirin rewşa 2 kesan giran e û di beşa çavdêriya hûr de ne û metirsiya mirinê li ser wan heye.
3 kes hatin desteserkirin
Polîsên Îranşarê piştî mirinan dest bi xebatan kir û 3 gumanbarên ku hat tesbîtkirin alkola sexte xistine bazarê bi operasyonekê desteser kirin.
Hat diyarkirin ku lêpirsîna gumanbaran didome.
Qedexe bazara qaçax mezin dike
Li Îranê ji Şoreşa Îslamî ya 1979an ve hilberîn, firotin û vexwarina alkolê ji bo welatiyên Misilman qedexe ye.
Yasa tenê ji bo kêmîneyên Xiristiyan, Cihû û Zerdeştiyan (bi şerê ku li qadên giştî neyê vexwarin) destûrê dide.
Lê ev qedexeyên tund dibin sedem ku alkola sexte ya ku di şert û mercên bêkontrol de tê hilberîn û bi piranî metîl alkola kujer tê de ye, di bazara reş de belav bibe.
Cezayên giran: Îdam û dûrxistin
Li welêt cezayên têkildarî bikaranîn û bazirganiya alkolê gelekî giran in.
Cezayê îdamê:
Çiriya Pêşîn a 2024an, 4 kesên ku ji ber firotina alkola sexte dihatin darizandin hatibûn îdamkirin.
Sala beriya wê ji ber alkola sexte 17 kes miribûn.
Cezayê li futbolîst:
Hefteya borî jî Federasyonê cezayê dûrxistina ji qadan dabû futbolîstê Îranî Armîn Sohrabian.
edem jî ew bû ku vîdeoyeke wî li ser medyaya civakî belav bûbû û di destê wî de vexwarineke alkolî hebû.