Reformxwaz û nerîtxwazên Îranê piştgirî didin xwepêşandanan

30-12-2017
RÛDAW
Xwepêşandanên Îranê her ku diçe berfirehtir dibe
Xwepêşandanên Îranê her ku diçe berfirehtir dibe
Nîşan Îran Xwepêşandan Reformxwaz Nerîtxwaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xwepêşandanên berfireh li çend bajarên Îranê berdewam in. Herdû tevgerên sereke yên Îranê jî piştgiriya xwe ya ji bo daxwazên xelkê nîşan didin. Lê red dikin ku li paş nerazîbûnan bibin. Reformxwazên ku piştgiriya hikûmetê dikin dibêjin, kesên ku xwepêşandanê dane destpêkirin, nikarin dawiya wê kontrol bikin.

 

Sedemên destpêkirina nerazîbûnên xelkê Îranê çi ne?

 

Roja pêncşema derbasbûyî niştecihên bajarê Meşhedê û çend bajarên din ên parêzgeha Xorasanê  li dijî giranî û bêkariyê ji bo nîşandana nerazîbûna xwe, hatin ba hev ku beriya niha li ser medyaya civakî propagandaya wê dikirin û li dijî kabîneya Hesen Rûhanî nerazîbûna xwe nîşan didan.

 

Roja înê jî nerazîbûnên li dijî vê rewşê, herî kêm li 10 navendên parêzgehên Îranê û herdû bajarên Xuremabad û Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê girtin û heta niha jî berdewam in. Li ser medyaya civakî çalakvanên sivîl daxwaz dikin ku xwepêşandan berdewam bin.

 

Nerazîbûn çawa dest pê kir?

 

Dema ku Cîgirê Serokomarê Îranê Îshaq Cehangîrî serdana bajara Meşhedê kir, hin kesên ku bankên Îranê pereyên wan nikarin bidin, girseyeke nerazî pêk anîn. Lê polîs hewl da, ku girseyê belav bike,  ji ber vê yekê di navbera polîs û xwepêşanderan de tundî û şîdet dest pê kir û li gor amarên fermî 63 kes hatin desteserkirin.

 

Helwesta reformxwaz û nerîtxwazan çi ye?

 

Herdû tevgerên sereke yên Îranê diyar dikin, ku piştgirî didin daxwazên xelkê, lê red dikin ku li paş nerazîbûnan bibin. Reformxwazên ku piştgiriya hikûmetê dikin dibêjin, kesên ku xwepêşandanan dane destpêkirin, nikarin dawiya wê kontrol bikin.

 

Supaya Pasdaran li ser xwepêşandanan çi dibêje?

 

Supaya Pasdaran ku saziya herî mezin a aborî û leşkerî û ewlehiyê ya Îranê ye, li ser "derketina aloziyeke nû" hişyarî dide.

 

Nivîsîn: Îlyas Aslanhan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst