Pizîşkiyan: Divê guh li daxwazên rewa yên xwenîşanderan bê girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan xwest ku guh bidin "daxwazên rewa" yên xwenîşanderan.
Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan diyar kiriye divê guh li daxwazên xelkê bê girtin.
Ev du roj in karsaz û dikandarên Tehranê dikanên xwe girtine û nerazîbûnê li hemberî xerabbûna rewşa aborî û bihabûnê nîşan didin.
Mesûd Pizîşkiyan li ser Xê ragihand ku wî ji Wezîrê Karên Navxwe xwestiye "bi rêya diyaloga bi nûnerên wan re, guh bide daxwazên rewa yên neraziyan, da ku hikûmet karibe bi berpirsyarî û bi hemû şiyana xwe pirsgirêkan çareser bike û bersiva wan bide."
"Debara xelkê xema me ye"
Ajansa fermî ji devê Pizîşkiyan gotinên wî wiha veguhastin:
"Debara xelkê xema me ya rojane ye. Rêkarên me yên bingehîn ji bo çaksaziya di sîstema diravî û bankî de hene.
Parastina şiyana kirînê ya xelkê di serê karên me yên sereke de ye."
Dolar gihişt asteke rekor
Roja yekşemê nirxê riyalê Îranê li hemberî dolar daket asteke rekorê ya nû.
Li gorî nirxê bazara reş, her dolarek derket ser milyonek û 400 hezar riyalî. Par dolerk bi 820 hezar rîal bû.
Daketina berdewam a nirxê diravê Îranê bûye sedema enflasyoneke zêde û bêîstîqrariya bihayan, bi awayekî ku bihayê hinek kel û pelan rojane bi awayekî berbiçav bilind dibe.