Li Îranê balafir ket, 2 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Kereca bajarê Îranê balafira perwerdeyê ket û 2 kes tê de mirin.
Li gorî ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Midûriyeta Pêwendiyên Gel a Balafirgeha Peyamê derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Li Balafirgeha Peyamê ya li Kerecê balafirgeha perwerdeyê ket û 2 kes tê de mirin."
Der barê sedema ketina balafirgehê da agahî nehat dayîn û hat gotin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye despêkirin.