Sekreterê partiyeke reformxwaz hat girtin

31-08-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Sekreterê Giştîyê Partiya Yekîtiya Neteweyiya Îranê, Elî Şekorî Rad ji aliyê hêzên ewlehiyê yên wî welatî ve hat girtin.

 

Li gor agahiyên ji medyayên Îranê ve, îro 31ê Tebaxê Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Neteweyiya Îranê Elî Şekorî Rad ji aliyê hêzên ewlehiyê yên wî welatî ve hat girtin.

 

Hat ragihandin, ji ber ku Elî Şekorî Rad xwepêşandanên 8 sal berî niha yên xelkê Îranê wek fitne nas nekiriye, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin.

 

8 sal berî niha piştî hilbijartinên Serokomariya Îranê xwepêşandanên mezin û milyonî li seranserî welatî çê bûn û xwepêşanderan nerazîbûna xwe li hember encamên hilbijartinan nîşan dabûn.

 

Xwepêşanderan hikûmet bi saxtekarî di encamên hilbiartinan tohmetbar dikir. Di wan xwepêşandanan de bi dehan kes hatibûn kuştin û bi sedan kes jî hatibûn girtin.

 

Hikûmeta Îranê wan xwepêşandanan bi fermî wek fitne bi nav dike.

 

Partiya Yekîtiya Neteweyiya Îranê nû hatiye damezrandin û ser bi eniya reformxwazên Îranê ye.

 

Ew partî heyamek berî niha hat damezrandin û her di vê mehê de yekemîn kongreya xwe li bajarê Tehranê lidar xist.

 

Çend çalakvan û siyasetmedarên navdarên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê jî di vê partiya nû de beşdar in û çend kurd di serkirdatiya partiyê de ne.

 

Girtina Sekretrerê Partiya Yekîtiya Neteweyiya Îranê di demekê de ye ku ew partî mijûlî amadekariyên xwe bo hilbijartinên Parlamentoya Îranê bû.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst