Li xala kontrolê êrîşa çekdarî: 7 kes mirin (HAT NÛKIRIN)
Hewlêr (Rûdaw) – Li nahyeya Qadisiye ya bajarê Necefê, komeke çekdaran êrîş birin ser bezgeha kontrolê û di encamê de 6 kes hatine kuştin, 15 kes jî birîndar bûn.
Li nahyeya Meşxaba bajarê Kerbelayê li hember bazgeheke kontrolê êrîşek çekdarî hate kirin.
Derbarê mijarê de Berdevkê Polîsên Necefê Miqdad Mûsewî ji Rûdawê re ragihand; “Terorîstan îro di yekemîn roja sala nû de bajarê Necefê kirin amanc. 3 terorîstan bi otomobîlekê bomberêjkirî êrîşê bazgeha kontrolê ya nahyeya Qadisiyê kirin.”
Mûsewî da zanîn, ku Qadisiye 45 kîlometreyan dûrê navenda Necefê ye û dema ku hêzên ewlekariy3e xwestine li xala kontrolê otomobîlê bidin sekinanadin, di navbera êrîşakaran û polîsan de şer derketiye.
Miqdad Mûsewî got; “Di dema pevçûnê de her sê terorîst hatine kuştin. Lê mixabin di dema teqîna otomobîlê de 5 jê polîs, 7 kes şehîd bûn û 15 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Polîsên Necefê da zanîn, ku rewşa ewlekariya herêmê di bin kontrola hêzên ewlekariyê de ye û birîndar jî rakirine nexweşxaneyê.
Parêzgarê Necefê Lûey Yasrî diyar kir, di dema pevçûnê de çekdarên eşîretan jî alîkarî dane hêzên ewlekariyê û karîne êrîşkaran bikujin.