Îraqê li ser vegerandina çekdarên DAIŞê yên ji Sûriyeyê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Îraqê radigihîne, ji koma 7 hezar çekdarên DAIŞê yên li Sûriyeyê, tenê nêzîkî 450 çekdarî vegerandine Îraqê û "Kesên ku tawana wan neyê selmandin, dê bişînin navendên çaksaziyê."
Wekîlê Wezareta Karên Derve ya Îraqê Hîşam Elewî ji medyaya fermî ya welatê xwe re ragihand, hejmara wan çekdarên DAIŞê yên gihîştine Îraqê gelekî sînordar e.
Li gorî gotina Elewî, ji koma 7 hezar çekdarên ku li Sûriyeyê hene, tenê nêzîkî 450 kesî ji wan vegerandine Îraqê ku "hinek ji wan emîr û serkirdeyên DAIŞê ne."
Darizandin û çaksazî
Wekîlê Wezareta Karên Derve ya Îraqê amaje bi wê yekê kir, ew kesên hatine vegerandin û Îraqî ne, tên dabeşkirin; ewên tawan kirine, dişînin dadgehê û li gorî yasayên Îraqê tên darizandin.
Hîşam Elewî derbarê wan kesên ku tawana wan li ser wan nayê îsbatkirin jî got:
"Ewên ku tawana wan neyê selmandin, dê bibin navendên çaksazî (rehabîlîstasyon) û rahênanê, da ku biryar li ser çarenivîsa wan were dayîn."
Çekdarên biyanî
Wekîlê Wezareta Karên Derve ya Îraqê derbarê çekdarên biyanî da zanîn ku ew çekdarên ku di zindanan de mane, hilgirên nasnameyên zêdetirî 40 welatên cuda ne.
Îraq çend sal in daxwazê ji wan welatan dike ku berpirsyariya welatiyên xwe bigirin stûyê xwe, lê wekî ew berpirs dibêje:
"Bersivdana piraniya welatan wekî pêwîst nîne, herçend hinek ji wan dest bi vegerandina welatiyên xwe kirine."
Li aliyê din, Hîşam Elewî derbarê bingehên yasayî yên darizandinê de got:
"Dadgeha Îraqê bingeheke yasayî ya cîgir daniye; her welatî, çi Îraqî be an biyanî, eger li ser axa Îraqê tawan kiribe, ew li navxweya welêt û li gorî yasayên Îraqê tê darizandin.
Lê eger tawana wî li derveyî Îraqê be, divê welatên wan bixwe mameleyê bi wan re bikin."