Îran: Trump û Netanyahu we xeta me ya sor derbas kir

2 demjimêr berê
Nîşan Îran Îsraîl Amerîka Gef
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf bangî Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kir û got, "We xeta sor derbas kir û hûn dê berdêla wê bidin."

Televîzyona fermî ya Îranê ragihandibû ku Rêberê Îranê Elî Xamineyî di êrişa hevbeş a Amerîka û Îsraîlê de hatiye kuştin.

Li gorî Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Îranê (IRNA), Qalîbaf piştî kuştina Xamineyî peyameke sersaxiyê ya bi dîmen belav kiriye.

“Hûn dê berdêla wê bidin”

Qalîbaf di peyama xwe de gef li Amerîka û Îsraîlê xwarin û wiha got:

"Ez ji Trump, Netanyahu, hemû hevkarên wan û hêmanên van her du kujerên qirêj re dibêjim: We xeta me ya sor derbas kir û hûn dê berdêla wê bidin."

Mihemed Baqir Qalîbaf diyar kir ku ev ne tenê şerekî man û nemanê ye û got:

"Ev di heman demê de kîneke veşartî ye û êdî dema tola dawî hatiye."

“Me planên xwe kiribûn”

Serokê Parlamentoya Îranê destnîşan kir ku ew li hemberî hemû senaryoyan amade ne.

Qalîbaf eşkere kir ku wan berê ji bo îhtimala mirina Xamineyî planên xwe kirine.

Amerîka û Îsraîl ji doh ve êrişî Îranê dikin û Îran jî bi mûşek û dronan êrişî Îsraîl û hinek baregehên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn dike.

Di êrişên Îsraîl û Amerîkayê de Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek berpirsên pilebilind hatin kuştin.

Îranê piştî teqezbûna kuştina Xamineyî gefên xwe zêde kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst