Îstixbarata Amerîkayê çawa cihê Xamineyî tesbît kir?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî berpirsên Amerîkayê yên ku agahdarî zanyariyên îstixbaratî yên welatê xwe ne, Amerîka û Îsraîlê zanyariyên hûrgilî dan hev û pişt re serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Demeke kurt beriya ku Amerîka û Îsraîl êrişî Îranê bikin, Dezgeha Îstixbaratê ya Amerîkayê (CIA) cihê armanca xwe ya herî girîng dît ku ew jî Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî bû.

CIAyê bi mehan çavdêrî kiribû

Li gorî kesên ku agahdarî operasyonê bûn, CIAyê bi mehan çavdêriya Xamineyî  kiribû û zanyariyên hûrgilî derbarê cih û tevgerên wî de kom kiribûn.

Pişt re zanyarî gihîştin dezgehê ku dê sibeha roja şemiyê (28ê Sibatê) di navbera berpirsên bilind ên Îranê de li navenda Tehranê civînek bê kirin.

Ya herî girîng jî, CIAyê zanîbû ku dê Rêberê Bilind jî li wê derê be.

Li gorî wan berpirsên ku agahdarî biryaran bûn, Amerîka û Îsraîlê biryar da ku dema êrişa xwe biguherin da ku ji wan zanyariyên îstixbaratî yên nû sûdê wergirin.

Wan zanyariyan derfeteke girîng ji bo her du welatan çêkir da ku serkeftineke mezin û bilez bi dest bixin ku ew jî kuştina berpirsên bilind ên Îranê û Elî Xamineyî  bû.

Serkirdeyên Îranê xwe neparastiye

Kuştina bilez a Rêberê Bilind ê Îranê, nîşan da ku Amerîka û Îsraîlê zanyariyên gelekî hûrgilî li ser serkirdayetiya Îranê kom kirine, bi taybetî jî piştî şerê 12 rojî yê sala borî.

Operasyonê ew yek jî derxist holê ku serkirdeyên Îranê xwe neparastiye, tevî ku Amerîka û Îsraîlê bi eşkereyî ragihandibû ku ew xwe ji bo şer amade dikin.

Li gorî kesên ku agahdarî zanyariyên îstixbaratî bûn, CIAyê zanyariyên xwe dabûn Îsraîlê ku ew li ser cihê Xamineyî  "gelekî hûrgilî" bûn.

Amerîka û Îsraîlê ku di destpêkê de plan dikir bi şev êriş bikin, biryar da ku demê biguherin da ku sûdê ji zanyariyên derbarê civîna sibeha şemiyê ya li Tehranê wergirin.

Biryar bû serkirde li cihê ku ofîsa Serokkomariya Îranê, Rêberê Bilind û Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Îranê lê ne bicivin.

Kî di civînê de bûn?

Îsraîlê zanîbû ku dê çend berpirsên bilind ên parastina Îranê jî beşdarî civînê bibin.

Ji wan berpirsan; Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Mihemed Pakpûr, Wezîrê Parastinê Ezîz Nasirzade, Serokê Encûmena Leşkerî Elî Şemxanî, Fermandarê Hêzên Asmanî yê Supaya Pasdaran Seyîd Mecîd Mûsewî, Alîkarê Wezîrê Îstixbaratê Mihemed Şîrazî û çend kesên din hebûn.

Operasyon li gorî dema Îsraîlê demjimêr 06:00an dest pê kir û balafirên şer ji baregehên xwe firiyan.

Ji bo êrişê hejmareke kêm a balafiran hat bikaranîn lê çekên wan ên dûravêj ên gelekî bipêşketî û hûrbîn hebûn.

Piştî 2 demjimêr û 5 xulekên firîna balafiran, li gorî dema Tehranê derdora demjimêr 09:40î, mûşek li armancê xistin.

Di dema êrişê de, berpirsên bilind ên Asayîşa Niştimanî ya Îranê di avahiyekê de bûn. Xamineyî  jî di avahiyeke nêzîkî wê derê de bû.

Bingeha zanyariyan vedigere sala borî

Kesên ku agahdarî operasyonê bûn got ku operasyon li ser bingeha zanyariyên îstixbaratî yên hûrgilî û amadekariya bi mehan hatiye kirin.

Hezîrana borî, dema ku plana êrişkirina ser dezgehên nukleerî yên Îranê berdewam dikir, Donald Trump tekez kiribû ku Amerîka dizane Ayetulah Xamineyî  li kû ye û dikare wî bikuje.

Li gorî berpirsekî Amerîkayî û kesên din ên agahdar, ji wê demê ve zanyariyên Amerîkayê zêdetir û hûrgilitir bûne.

Wî berpirsî got, di dema şerê 12 rojî de, dema ku Rêberê Bilind û Supaya Pasdaran di bin zextê de bûn Amerîkayê derbarê şêwazê pêwendî û tevgera wan de zanyariyên zêdetir bi dest xistin.

Amerîkayê ew zanyarî bi kar anîn da ku şiyana xwe ya ji bo şopandina Ayetulah Xamineyî  û pêşbînîkirina tevgerên wî hûrgilitir bike.