Qada asmanî ya Îraqê 24 saetên din girtî dimîne

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Balafirgehvaniya Sivîl a Îraqê ragihand ku girtina qada asmanî ya welêt 24 demjimêrên din hatiye dirêjkirin û ev biryar wekî tedbîreke xweparastinê hatiye dayîn.

Li gorî daxuyaniya Saziya Balafirgehvaniya Sivîl a Îraqê, biryar hatiye dayîn ku qada asmanî ya Îraqê ji bo hemû wan balafirên ku tên Îraqê, ji Îraqê diçin û di qada asmanî ya Îraqê re derbas dibin, girtî bimîne.

Heta 2yê Adarê girtî ye

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev biryara dirêjkirinê îro ji saet 12:00an dest pê dike û dê heta sibe saet 12:00an bidome.

Hat destnîşankirin ku ev yek ji bo parastina ewlehiya geştên asmanî wekî rêbazeke demkî û xweparastinê ye.

Saziya Firokevaniya Sivîl amaje bi wê yekê kir ku ev biryar li ser bingeha nirxandina rewşa ewlehiyê û ji ber aloziyên li herêmê hatiye dayîn.

Her wiha hat ragihandin ku ew dê sibe li ser mijarê daxuyaniyeke din bidin.