Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Diyalayê ya Îraqê bi êrişeke asmanî baregeheke leşkerî ya Heşdî Şebiyê hat bombebarankirin.
Li gorî zanyariyên destpêkê, di êrişê de 4 endamên Heşdî Şebiyê hatin kuştin.
Çavkaniyên ewlehiyê yên herêmê û berpirsên Heşdî Şebiyê agahî dan Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP).
Li gorî van agahiyan, îro li Diyalayê baregeheke leşkerî hatiye bombebarankirin.
Hat ragihandin ku di êrişa asmanî de teqînên bihêz çêbûne.
Di encamê de 4 endamên Heşdî Şebiyê hatine kuştin û 8 endam jî bi giranî birîndar bûne.
Êriş li navçeya Şarebanê pêk hat
Berdevkê Birêvebiriya Polîsan a Diyalayê Heysem Selman Şemerî li ser mijarê daxuyaniyek da.
Heysem Selman Şemerî piştrast kir ku bombebaran li navçeya Şarebanê (Mîqdadiye) ya Diyalayê pêk hatiye.
Piştî êrişê gelek ambulans û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Hîn ne diyar e ka êriş ji aliyê kê ve û bi kîjan rêbazê hatiye kirin.
Lêkolîn didome
Çavkaniyekî ji Fermandariya Operasyonên Diyalayê ya Heşdî Şebiyê jî daxuyanî da.
Li gorî çavkaniyê ew lêkolînê dikin ka êriş bi dronê yan jî bi mûşekê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Heta niha ne diyar e kîjan aliyî ev êriş kiriye. Tîmên me yên pispor li cihê bûyerê dest bi lêkolînên teknîkî û vekolîneke berfireh kir.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse