TIKRÎT- Rizgarkirina bajêr bi temamî nêzîk bûye
Navenda Nûçeyan- Şerê di navbera hêzên Iraqê û çekdarên DAIŞê li çend taxên bajarê Tikrîtê berdewam dike.
Duh Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku hêzên wan gihiştine navenda Tikrîtê û berpirsên Artêşa Iraqê jî gotin ku şer li rojavayê bajêr berdewame.
Fermandarê operasyonên Selahedînê, Ebdilwehab Seidî di daxuyaniyekê de got, tenê 300 metir mane ji bo ew bigihêjin navneda Tikrîtê û di demeke nêzîk de ewê Tikrîtê bi temamî kontrol bikin.
Di herdu rojên borî de, hêzên Iraqê gelek navendên hikûmî û ewlekariyê û hemû koşkên Sedam Hisên ji destê çekdarên DAIŞê derxistibûn.
Ji aliyekî din ve, Artêşa Iraqê hêzên zêdetir dişîne bakurê navenda parêzgeha Enbarê, Rûmadî ji bo ku bersiva her êrişeke rêxistina DAIŞê bidin.
Li gor çavkaniyeke odeya operasyonên Enbarê, hejmarek mezin ji leşkerên artêşê herwiha balafir li bakurê Rûmadî hatine amade kirin.
Amadekirina wan leşkeran piştî wê yekê hat ku DAIŞê pira Bûrîşe li bakurê Rûmarê teqandine ji bo ku rê nedin hêzên Iraqê ber bi navçeyên di desê çekdarên wan de pêşde biçin.
Çavkaniyê eşkere kir ku di encama êrişekê li başûrê bajarê Felûce li Enbarê, 9 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.