Iraq: Heta niha ji ber sedemên siyasî serjimêriya giştî nehatiye kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê wezîrê plandanîn û geşedanê yê Iraqê dr. Mehdî Ellaq, diyar kir ku serjêriya Iraqê ji ber sedemên siyasî heta niha dereng maye û da zanîn, hejmara iraqiyan nêzîkî 35 milyon kes bûye û rêjeya zilaman jî ji ya jinan zêdetir bûye.
Cîgirê wezîrê plandanîn û geşedanê yê Iraqê dr. Mehdî Ellaq di hevpeyvînekê de digel Tora Medya ya Iraqî, ragihand ku hemû amadekariyên pêwîst bo encamdana serjimêriya giştî ya Iraqê hatine kirin û da zanîn, rêjeya akinciyên Iraqê nêzîkî 35 milyon kes bûye.
Dr. Ellaq, diyar kir ku amadekariyên teknîkî yên serjimêriyê mîna dabeşkirina parêzgehan, dabînkirina karmendên pêwîst û rahênana wan bo kar hatiye kirin.
Cîgirê wezîrê plandanînê yê Iraqê her wiha da zanîn, li Iraqê niha zilam ji jinan zêdetir bûne û ev zêdebûna jî kêm e ji ber ku rêjeya zilaman 51% û ya jinan jî 49%ê serjimêriya giştî ye.
Serjimêriya giştî ya Iraqê ji sala 1997an ve heta niha nehatiye kirin.