Kawe Şêxanî: Hecac rûyê xwe emeliyat kiribû û ajeldarî dikir

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Komîteya Bilind a Ewlehiyê ya Selahedînê Kawe Şêxanî ragihand ku Hecac Tikrîtî ji bo neyê naskirin emeliyata ciwankariyê kiribû û karê ajeldariyê dikir.

Kawe Şêxanî ji Rûdawê re got: " Hecac Tikrîtî roja çarşemê, 30yê meha borî, derdora saet 12:30ê nîvro, li navçeya Zuluiyeyê li herêma Elbûcwarî hat girtin."

Endamê Komîteya Bilind a Ewlehiyê ya Parêzgeha Selahedînê got, "Hecac berê emeliyata ciwankariyê li rûyê xwe kiribû; armanca wî jî ew bû ku neyê naskirin.

Hecac karê ajeldariyê dikir û heştê serî pez û çar çêlekên wî hene. Her wiha du otomobîlên wî yên cureyê Kia û Toyota jî hene."

Li gorî agahiyan, keçek û kurekî Hecac hene

Li gorî gotina Kawe Şêxanî, "Komîteya Ewlehiyê ya Selahedînê di girtina wî de roleke serekî lîst û piştî girtina wî jî Birêvebiriya Asayîşa Niştimanî ya Tikrîtê nasnameya wî ya rast piştrast kir."

Asayîşa Niştimanî ya Îraqê di daxuyaniyekê de girtina Hecacê Nugre Selmanê ragihandibû û gotibû ku xizmên wî ji bo xapandina dezgehên ewlehiyê gotine ku ew miriye.

Li gorî Asayîşa Niştimanî ya Îraqê, Hecac gelek postên ewlehiyê wergirtine, di nav de efseriya li Rumeyse, Necmî, Hîlal, parêzgeha Musenna, Buseyye û herî dawî jî li Nugre Selmanê.

Sala 1988an, rejîma Beasê bi pêngaveke serbazî ya mezin û plankirî, bi 8 qonaxan proseya Enfalê ya li dijî Kurdan da destpêkirin.

Kesên ku di Enfalê de hatibûn girtin, ji hev hatine veqetandin. Ciwan bi otobusan ber bi çalên mirinê ve hatin şandin.

Jin, zarok, kal û pîr jî bo zindana tirsnak a Nugre Selmanê ya li başûrê Îraqê, li ser sînorê Erebistana Siûdî hatin veguhestin.

Girtiyên li Zindana Nugre Selmanê, rojane ji aliyê celadê bi navê Hecac Tikrîtî ve rastî şkenceyê dihatin. Di nav Kurdan de jê re "Hecac" tê gotin.