34 Photos
Geyare (Rûdaw) – Piştî ku bajarokê Geyare hat rizgarkirin, çendîn şûnwar û belgenameyên DAIŞê li nav vî bajarokê iraqî bi cih man.
Hêzên Iraqê piştî operasyoneke 3 rojî karîn roja 24ê Tebax a 2016 derbasî nav Geyare bibin û vî bajarokî ji kontrola çekdarên DAIŞê derbixin.
Piştî rizgarkirinê, kamêraya Rûdawê derbasî nav Geyare bû û bo yekem car Girtîgeha DAIŞê li Geyare û çend belgeyên DAIŞê bi wêne û dîmen tomar kir û li ser ekrana televizyonê û portal Rûdawê de hatin weşandin.