Malîkî: Em ji wê arasteyê ve naçin ku welatên herêmê û zilhêz dixwazin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya Iraqê Nûrî Malîkî ragihand, ku Iraq ji qonaxeke zehmet re derbas dibe û û got: “Em ji wê arasteyê ve naçin ku welatên herêmê û zilhêz dixwazin.”
Nûrî Malîkî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand: “Destwerdanên herêmî û yên derve yekparçeyî û yekrêziya Iraqê kirine amanc. Dixwazin rewşeke aloz li Iraqê çêbikin, lewma giring e ji bo têkbirina vê planê hemû alî pêwîste bi yekrêzî palpiştiyê bidin hev.”
Malîkî hişyarî da wan kesan ku dixwazin Iraqê bixin nav milmilane û pozberiyê û got: “Ez ji hemû birayan re dibêjim, ku berjewendiyên welat dixwazin guh nedin derdor ku hêzên derve dixwazin bi xwîna gel welat boyax bikin. Eşkere dibêjim, em ji wê arasteyê ve naçin ku welatên herêmê û zilhêz dixwazin. Em rê nadin ti alî berê çekên herî biçûk jî xwe bidin singe birayên me yên li vî nîştîmanî dijîn.”
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ji bo destpêkirina karên avakirina cihên ku di şer de wêran bûne û dabînkirina xizmetguzariyên gel jî daxwaza hevgirtinê kir.
Daxuyaniya Malîkî di demekê de ye ku roja Pênşema borî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi fermanekî Şêwirmendê Asayîşa Nîştîmanî yê Iraqê Falih Feyaz ji postê wî dûrxist.
Nivîsîngeha Serokwezîrê derbarê vê mijarê de ragihand, ku Feyaz bi hêceta beşdarbûna karê siyasî û hizbî ji kar hatiye d3urxistin.
Piştî dûrxistina Falih Feyaz hejmareke parlamenterên Hevpeymaniya Nesir ku Ebadî serokatiya wê dike, Feyaz ji bo berbijêrê serokwezîrtiyê pêşniyar kirin.