Serokwezîrê Iraqê: Ez ne Superman im

Bexda (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku hevditîna wî ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re serkeftî bû û got niha Iraq ji her demeke din xurtitr e.


Duh li Bexdayê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê ya ji aliyê şieyan ve hatî pêkanîn bi serperiştiya Ammar Hekim kom bû.


Piştî civînê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Ammar Hekim daxuyanî dan çapemeniyê.


Heyder Ebadî wiha got: “Niha ti pirsgirêk di rêvebirina hikûmetê de nîne, lê ez ne superaman im, ez nikarim di heman demê de çend wezaretan birêve bibim, ji ber vê yekê di demeke nêzîk de ezê berbijaran ji bo van wezaretan pêşkêş bikim,.”


Ebadî derheqê serdana Mesûd Barzanî de jî wiha got: “Derbarê têkiliyên me yên navxweyî jî hûn dizanin me hevdîtin bi rêzdar Mesûd Barzanî re pêk anî. Ew hevdîtin serkeftî bû bo xurtkitina yekîtiya niştimanî ya Iraqê, di çarçoveya Iraqek federal û yekgirtî de.  Iraq niha ji her demeke din xurttir e, û ji her demeke din nêzîktirî hêz û yekgirtinê ye.


Serokwezîrê Iraqê balkişand ser vê yekê jî ku amadekaryên operasyona rizgarkirina Mûsilê bi xurtî têne kirin.