Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Nûrî Malikî hat diyarkirin

01-10-2018
RÛDAW
Nûrî Malikî dibêje bila aliyên Kurdistanî xwediyê helwestekê bin
Nûrî Malikî dibêje bila aliyên Kurdistanî xwediyê helwestekê bin
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Nûrî Malîkî Serokmarî Iraq
A+ A-

Bexda (Rûdaw) - Nûrî Malikî di civîna li gel Nêçîrvan Barzanî de di derbarê berbijêrê postê serokomariya Iraqê de daxwaz dike, ku bila aliyên Kurdistanî xwediyê helwestekê bin.

 

Li gorî daxuyaniya nivîsgeha Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî, îro duşemê (01-10-2018) Nûrî Malikî pêşwazî li şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî kir.


Di civînê de pêşketinên dawî yên ku li ser pêşniyarkirina navê ji bo postê serokomariyê di navbera hêzên siyasî yên Kurdan de pêk hatin, hatin guftûgokirin.


Li gorî wê daxuyaniyê Mûrî Malikî ji hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê daxwaz dike, ku li ser navê lezgînkirina di hilbijartina serokomariya Iraqê de û pêkanîna hikumetê li gorî çarçoveya destûrê, helwestê xwe bikin yek.


Îro duşemê Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî li gel şandekê gihîşt Bexdayê û di derbarê postê serokomariya Iraqê de li gel berpirsên payebilind ên Iraqê kom bû.


Parlamentoya Iraqê bi awayekî fermî belav kir ku ji tevahiya 31 bêrbijêran 24 kes xwediyê mercên bêrbijêriya ji bo postê serokomariya Iraqê ne û ji 8 kesên ji wan Kurd in, ku ew jî ev in: Dr. Fûad Husên, Dr. Berhem Salih, Dr. Letîf Reşîd, Serdar Ebdulla, Dr. Omer Berzincî, Sirwer Ebdulwahîd, Dr. Kemal Ezîzî Qeytûlî û Selîm Şiwkeyî. Lê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro di civîneke rojnamegeriyê de derbirî, ku tekane berbijêrê wan ê ji bo postê serokomariya Iraqê Dr. Berhem Salih e.


Di warê wergirtina postê serokomariya Iraqê de berbijêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Dr. Fûad Hisên û berbijêrê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Berhem Salih di nav rikberiyeke xurt de ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst