Ayetullah Sîstanî piştgirî da xwepêşandanên li Iraqê
Hewlêr (Rûdaw) - Lêvegera olî ya bilind a Şîeyên Iraqê li Necefê, Ayetullah Elî Sîstanî ragihand ku “xwepêşandanên aştiyane mafê hemû Iraqiyan e” û tekez kir, ew piştevaniyê li daxwaziyên xwepêşanderan dike.
Nivîsîngeha Ayetullah Elî Sîstanî di daxuyaniyekê de ragihandiye, “Lêvegera Olî tekezî li ser wê yekê dike ku beşdarbûna di xwepêşandanên aştiyane de mafê hemû Iraqiyan e. Hevdem nabe ku bi ti awayî nav an wêneyên wî ji aliyê ti grûpeke siyasî yan jî xelkê din ve bêne bilindkirin û bikaranîn.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku “Lêvegera Olî ya Şîeyan tekezî li piştevaniya li xwepêşandanên aştiyane dike” û daxwaz jî dike ku “tevî cudahiya nêrînan jî, nabe ku di navbera çaksazîxwazan de cudahî bê kirin.”
Ji destpêka vê mehê ve xwepêşandanên nerazîbûnê li Iraqê û bi taybet li Bexdayê û bajarên başûrê wî welatî ku piraniya xelkê wê Şîe ne, dest pê kiriye.
Di encama aloziyan û rûbirûbûna hêzên ewlehiyê li gel xwepêşanderan de jî, heta niha bi dehan kes hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.