Piştî UNAMIyê serdemeke nû: Bexda û Neteweyên Yekbûyî dê çawa bixebitin?

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Neteweyên Yekbûyî ya li Îraqê ragihand ku piştî bidawîhatina erka UNAMIyê, ew dê di warê bipêşketina niştimanî de bi hevparî bi hikûmeta Îraqê re kar bikin.

Tîma Neteweyên Yekbûyî bi boneya bidawîhatina erka Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Îraqê (UNAMI) daxuyaniyek belav kir.

Tîmê diyar kir, "Ligel bidawîhatina erka UNAMIyê, em dê di bin çavdêriya Kordînatorê Neteweyên Yekbûyî yê li Îraqê de xebatên xwe yên li welêt bidomînin."

Piştî 22 salan, karên UNAMIyê 31ê Kanûna Pêşîn a 2025an bi dawî bûn û erka Neteweyên Yekbûyî ya li Îraqê guherî.

Tîma Neteweyên Yekbûyî ya li Îraqê ragihand ku ew dê di çarçoveya Peymana Hevkariyê ya ji bo Bipêşketina Berdewam a Neteweyên Yekbûyî ya salên 2025-2029an de, bi hikûmeta Îraqê re bixebitin da ku piştgiriya karên pêşîn ên bipêşketina niştimanî bikin.

Ew rêkeftina di navbera Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Îraqê de 25ê Kanûna Pêşîn a 2025an hatibû îmzekirin.

"Gaveke zelal e ji bo bipêşketina demdirêj"

Tîma Neteweyên Yekbûyî dibêje, "Ev gaveke zelal e ji bo bipêşketina demdirêj û mayînde ku pişta xwe dide sazî û hevkariya çalak."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Neteweyên Yekbûyî dê rola xwe ya wekî hevkarekî cihê baweriyê û pabend bidomîne da ku di warên curbicurkirina aboriyê, guherîna avhewayê, bipêşxistina çavkaniyên avê, xurtkirina çavdêriya civakî û çareseriya mayînde de piştgiriya hikûmeta Îraqê bike.