Îraqê dema girtina qada xwe ya asmanî dirêj kir

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Balafirgehiyê ya Sivîl a Îraqê ragihand ku ji ber berdewambûna aloziyên li Rojhilata Navîn, qada asmanî ya welêt dê 48 saetên din jî girtî be.

Saziyê bi rêya daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku qedexeya firînan heta roja çarşemê saet 12:00an hatiye dirêjkirin.

Birêvebiriya Îraqê 28ê Sibatê, piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê, biryar dabû ku qada xwe ya asmanî 24 saetan bigire û piştre ev dem 24 saetên din jî hatibû dirêjkirin.

Êrişên Amerîka-Îsraîlê û bersiva Îranê

Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê li dijî Îranê dest bi operasyoneke leşkerî kiribû.

Îranê jî wekî bersiv li hemberî Îsraîlê û her wiha li dijî armancên li çend welatên herêmê yên wekî Qeter, Îmarat û Behreynê ku baregehên Amerîkayê lê ne, êriş pêk anîn.

Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de, Rêberê Îranê yê Olî Elî Xamaneyî û gelek berpirsên pilebilind ên wî welatî hatibûn kuştin.

Heyva Sor a Îranê jî ragihandibû ku di bombebaranên li ser welêt de 555 kesan canê xwe ji dest daye.