NÎNOWA - Baregeha Heşdî Şebiyê hat bombebarankirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li nahiyeya Geyareyê ya li başûrê Mûsilê, baregeheke Heşdî Şebiyê hate bombebarankirin.
Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand ku ew hêza hatiye bombebarankirin hêza Heşdî Eşayîrî (Sunî) ye ku girêdayî Desteya Heşdî Şebiyê ye.
Li gorî daxuyaniya fermî di vê êrişê de ti zererên canî çênebûne.
Çakvaniyeke ewlehiyê ya li parêzgeha Nînowayê ji Rûdawê re ragihand ku bombebaran li nêzîkî gundê Siltan Ebdulahê yê Geyareyê pêk hatiye.
Di wê herêmê de du lîwayên Heşdî Şebiyê yên Suniyan hene.
Nezhan Lêhêbî serokatiya hêzeke dike û Mensûr Merîd e serokatiya hêza din dike.
Desteya Heşdî Şebiyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku îro saet 11:30î de li Baregeha Fewca 38an a Lîwaya 58an a Fermandariya Operasyonên Nînowayê hatiye xistin.
Êrişên li ser Lîwaya 14 û Lîwaya 53an
Beriya vê rûdanê, li Nînowayê 2 caran êrişî baregeha Lîwaya 14an hatibû kirin.
Fewca çarem a vê lîwayê ku girêdayî Ketayîbî Seyidul Şuhedayê ye û Ebû Ela Welaî serokatiya wê dike doh saet 19:50î û berê sibehê jî îro saet 05:20î bû armanca êrişên asmanî.
Heşdî Şebiyê ragihand ku di van êrişan de tenê zererên madî çêbûne.
Doh li navçeya Telaferê, êrişên li ser Lîwaya 53an a Heşdî Şebî bûn sedema windahiyên canî.
Li gorî amaran, di du êrişên cuda de yên di saet 17:50î û 18:40î, fermandarê fewca komandoyan Yasîn Mihemed Sadiq û 2 çekdar hatin kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûn.
Ev lîwa ji Tirkmenên Şîeyan pêk tê û girêdayî Rêxistina Bedirê ya Hadî Amirî ye.