BEXDA – Cebilxane teqiya
Bexda (Rûdaw) - Ji ber teqîna cebilxaneya serbazgehekî Heşda Şeebî, 20 mûşek li çend navçeyên Baxdayê ketin.
Peyamnêrê Rûdawê ji Bexdayê ragihand, ji ber teqîna cebilxaneya Serbazgeha Reşîdiye ya navçeya Ûbeydiye ya Bexdayê, nêzîkê 20 mûşek ji serbazgehê derketin û li çend devereke cuda yê Bexdayê ketin.
Peyamnêrê me diyar kir, ku aliyên pêwendîdar îdîa dikin dest li pişt vê bûyerê hene û amaje bi wê yekê dikin ku cebilxane bi zanebûn hatiye teqandin.
Heta niha jî aliyên pêwendîdar derbarê vê mijarê de ti daxuyaniyeke fermi nedane.
Ji aliyê din ve îro li navçeyên Belediya, Fezliye û Meştelê ya Bexdayê, çend topên hawanê teqiyan û di encamê de 2 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.