02-09-2020
17:25
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Bexdayê civiyan.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku îro bi serdanên fermî lêi Bexdayê ne, civînek encam dan.
Civîna Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron nîv demjimêrê berdewam kir û pirsên girîng û taybet bi Herêma Kurdistanê û Fransayê hatin gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî piştî civînê di twîtekê de ragihand, “Ez bi dîtina Serok Emmaneul Macron xweşhal im. Îro li Bexdayê civîneke berhemdar hebû. Em spasiya piştevaniya berdewm û peywendiyên bihêz ên Fransayê bo Herêma Kurdistanê dikin. Bi hêviya pêşxistin û bihêztirkirina peywendiyên me yên li gel Fransayê.”
13:47
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û SerokomarêI raqê Berhem Salih civîneke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin û Macron got ku welatî wî dê piştevaniya Iraqê bike.
Emmanuel Macron amaje bi wê yekê kir ku Pirsa destwerdanên derve rola Iraqê lawaz dike û got: “Şerê li dijî DAIŞê bi dawî nehatiye û Fransa dê di vî şerî de berdewam be li ser piştgiriya Iraqê”
Macron ehrwiha tekez kir ku Iraq rastî destwerdanên derve bûye ku dibe sedema lawazbûna wê û got: “Em dixwazin piştgiriyeke temam a serweriya Iraqê bikin. Em dê li gel Netewên Yekgirtî UN ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê destpêşxeriyekê bikin.”
Serokomarê Fransayê herwiha got ku parastina serweriya Iraqê bo navçeyê giring e, û berjewendiya civaka navdewletî di piştgiriya bo Iraqê de ye û piştgiriya Fransayê jî di demeke guncaw de ye.
13:22
Berhem Salih: Bo rûbirûbûna terorê astengên mezin li pêşiya me ne
Macron û Berhem Salih civîneke rojnamevanî saz kirin
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokomarê Iraqê Berhem Salih civîneke rojnamevanî saz kirin.
Berhem Salih diyar kir ku ji bo rûbirûbûna terorê astengên mezin li pêşiya wa ne û got: “Em dixwazin rê li destwerdanên di karûbarên Iraqê de bigrin. Em rola Fransayê di piştgirîkirina Iraqê de bilind dinrixînin.”
13:18
Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê serdana xwe ya bo Bexdayê de ragihand ku ew di demeke dijwar de bo piştavaniya Iraqê çûye hatiye Bexdayê.
À Bagdad, où je suis heureux de me rendre pour la première fois, je viens apporter notre soutien à l’Irak dans une période de défis.
— Emmanuel Macron (@EmmanuelMacron) September 2, 2020
13:08
Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro Çarşemê 2yê Îlona 2020an di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşt Iraqê û li Koşka Bexdayê bi merasîmeke taybet ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve hat pêşwazîkirin.
Civîna Macron û Salih piştî merasîma pêşwazîkirinê destpê kir û biryar e piştre Macron li gel her du serokatiyên din ên Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.
Merasîma pêşwazîrkirina Serokomarê Faransayê Emmanuel #Macron li Koşka Bexdayê pic.twitter.com/4m3ETMmpnu
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 2, 2020
12:50
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Bexdayê û biryar e îro piştî nîvro li gel Serokê Fransayê Emmaneul Macron û herwiha rayedarên Iraqê bicive.
Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya îro ya bo Bexdayê de, dê li gel hersê serokatiyên Iraqê, Serokomar Berhem Salih, Serokwezîr Mistefa Kazimî û Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbusî jî bicive.
Serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê piştî wê yekê tê, ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron biryar da serdana Iraqê bike û li gel berpirsên Iraqê bicive.
Li gor zanyariyên Rûdawê, civîna li gel Nêçîrvan Barzanî li ser daxwaza Macron bûye û îro piştî nîvro tê lidarxistin, çimku ji ber kêmiya demê Macron nikare serdana Hewlêrê bike û li Bexdayê jî dê tenê çend demjimêran bimîne.
Li gor agahiyan, mijara serweriya axa Iraqê, mijareke sereke ya gotûbêjên Macron û berpirsên Iraqî û Kurdistanî ye, ew yek jî di demekê de ye ku zêdetirî du mehan e Tirkiye di nav axa Başûrê Kurdistanê û Iraqê de operasyonên serbazî pêk tîne. Tê texmînkirin ku pirsgirêkên navbera Amerîka û Îranê di nav sînorê Iraqê de mijareke din a gotûbêjên herdu aliyan be.
Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa derbarê naveroka hevdîtina Macron û Nêçîrvan Barzanî de ji Rûdawê re ragihand, di civînê de mijarên girêdayî Iraqê û piştevaniya Fransa bo mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê tên gotûbêjkirin.
12:40
Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşt Bexdayê û civîna wî ya ligel Serokomarê Iarqê Berem Salih destpê kir. Herwiha biryar e bi awayekê cuda li gel her du serokatiyên din Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bicive.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro Çarşemê 2yê Îlona 2020an di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşt Iraqê û li Koşka Bexdayê bi merasîmeke taybet ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve hat pêşwazîkirin.
Li gor agahiyan, mijara serweriya axa Iraqê, mijareke sereke ya gotûbêjên Macron û berpirsên Iraqî û Kurdistanî ye, ew yek jî di demekê de ye ku zêdetirî du mehan e Tirkiye di nav axa Başûrê Kurdistanê û Iraqê de operasyonên serbazî pêk tîne. Tê texmînkirin ku pirsgirêkên navbera Amerîka û Îranê di nav sînorê Iraqê de mijareke din a gotûbêjên herdu aliyan be.