DAIŞê ji Tabura Îmam Elî 10 kes kuştin

 

 

Kerkûk (Rûdaw)- Li sînorê Pirdê Zergê ya giredayî Xûrmatûyê navbera çekdarên şiî yên Tabura Îmam Elî û rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) pevçûn derket. Di  encama pevçûnê de 10 çekdarên şiî jiyana xwe ji dest dan.

Rêvebirê Ewlekariya Xûrmatûyê Faruq Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên şiî yên Tabura Îmam Elî êrîş li DAIŞê kirin lê belê ketin kemîna DAIŞê .

Faruq Ehmed daxuyandin ji çekdarên ketin kemîna DAIŞê 10an jiyana xwe ji dest da û 40 kes jî birîndar bûn.

Rêvebirê Ewlekariya Xûrmatûyê diyarkir ku pevçûnên nîvro dest pê kirin hêj didomin.