Almanyayê daxwaza penaberiyê ya zêdetirî 30 hezar Îraqiyan red kiriye

Kerîm Nûrî: Piraniya koçberan xelkê Herêma Kurdistanê ne û ciwan in

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Koç û Koçberan ê Îraqê Kerîm Nûrî ragihand ku Almanyayê daxwaza penaberiyê ya zêdetirî 30 hezar Îraqiyan red kiriye.

Nûrî her wiha da zanîn ku piraniya koçberan xelkê Herêma Kurdistanê ne û bi saya tedbîrên hikûmetê, rêjeya koça neyasayî kêm bûye.

Hikûmeta Îraqê hewl dide sedemên bingehîn ên koçberiyê çareser bike.

Ji bo vê yekê, ew kar dike ku rêyên koça yasayî yên ji bo geşt, kar û dermankirinê hêsantir bike û rûbirûyî torên qaçaxçîtiyê bibe.

Kerîm Nûrî ji Rûdawê re axivî û got, "Almanyayê daxwaza zêdetirî 30 hezar Îraqiyan red kiriye.

Wezareta Karên Derve û Wezareta Koçê li ser vê mijarê bi Yekîtiya Ewropayê re di şêwirê de ne."

Alîkarê Wezîrê Koç û Koçberan a Îraqê destnîşan kir ku hikûmeta Îraqê di vê dosyayê de rastî gelek astengiyan hatiye lê kariye rê li ber geştên ber bi Belarûsê bigire û koça neyasayî jî kêm bike.

Li gorî Kerîm Nûrî, piraniya koçberan xelkê Herêma Kurdistanê ne û nêzîkî ji sedî 95ê wan ciwan in ku li jiyaneke baştir digerin.

Vegera dilxwazî û rewşa li Lîbya û Tûnisê

Nûrî behsa hevdîtinên bi welatên din re jî kir û got, "Ji bo hêsankirina vegera dilxwazî ya Îraqiyan, em bi wan welatan re di gengeşeyê de ne."

Nûrî derbarê rewşa li Lîbya û Tûnisê de eşkere kir ku piraniya Îraqiyan naxwazin li wan welatan bimînin û wan tenê wekî stasyoneke derbasbûnê bi kar tînin.

Sedema vê yekê nebûna yasayeke penaberan û hebûna komên çekdar a li Lîbyayê ye ku nahêlin Îraqî bi aramî bijîn.

Çareserkirina sedemên bingehîn

Kerîm Nûrî tekez kir ku wezareta wan tenê li ser encaman nasekine, belkî hewl dide sedemên bingehîn ên koçê çareser bike.

Wî got, "Yek ji sedemên sereke nebûna rêyên koça yasayî ye. Ji ber wê, hikûmeta Îraqê niha bi welatên Yekîtiya Ewropayê re dixebite ku koça yasayî ya ji bo geşt, kar û dermankirinê hêsantir bike."

Alîkarê Wezîrê Koç û Koçberan da zanîn ku tedbîrên hikûmetê bandoreke erênî kiriye û hejmara koçberan li gorî salên 2019 û 2021an gelekî kêm bûye.

Nûrî pêwîstiya hevahengiya ya di navbera hikûmeta Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo şopandina torên qaçaxçîtiyê jî dûpat kir.