Fîdan ji Bexdayê bangî PKKyê kir: Li Îraq, Sûriye û Îranê jî dev ji çekan berdin
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di hevdîtinên xwe yên li Îraqê de da zanîn ku pêvajoya çareseriyê “bi awayekî erênî” bi pêş ve diçe.
Fîdan tekezî li ser wê yekê kir ku divê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dawî li têkoşîn û çalakiyên xwe yên çekdarî yên li Îraq, Sûriye û Îranê jî bîne.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li Bexdayê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya.
Her du wezîran piştî civînê konferanseke rojnamegeriyê ya hevpar li dar xist.
Hakan Fîdan diyar kir ku di navbera Bexda û Enqereyê de hevkariyeke xurt heye û pêvajoya çareseriyê "bi awayekî erênî" bi pêş ve diçe û got, "Ev ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo herêma me jî bipêşketineke baş e."
Fîdan biryara PKKyê ya ji bo fesixkirina xwe wekî "bipêşketineke erênî" bi nav kir û li ser gava dawî ya PKKyê got, "Ji bo me gelekî girîng e ku dev ji çalakiyên xwe yên çekdarî yên li Tirkiyeyê berde."
Fîdan diyar kir ku daxwazên wan berfirehtir in û bangî PKKyê kir ku li Îraq, Sûriye û Îranê jî dev ji çalakiyên xwe yên çekdarî berde û anî ziman:
"Daxwaz û hêviya me ew e ku rêxistin wekî li Tirkiyeyê, li Îraqê jî dev ji çalakiyên xwe yên terorê berde û ji cihên ku dagir kiriye vekişe.
Her wiha gelekî girîng e ku li Sûriyeyê jî ji cihên ku dagir kiriye vekişe."
Fîdan anî ziman ku ji bo "aramî û ewlehiya herêmê û rêlibergirtina destwerdana hêzên derve" girîng e ku çalakiyên PKKyê li Îraq, Sûriye û heta li Îranê jî bi dawî bibin û da zanîn:
“Niha li Îraqê gelek herêmên berfireh dagir kiriye.
Helbet em li ser vê mijarê ji nêzîk ve bi rayedarên Îraqê re dixebitin.
Ez dixwazim li pêşberî we spasiya rayedarên Îraqê bikim.
Ji ber hevkariya wan a li ser vê mijarê, hem Bexda hem jî Hewlêr bi me re di nav hevkariyeke nêzîk de ne.”
Peymana avê û hevkariya enerjiyê
Fîdan da zanîn ku ew dê li gel Fuad Husên û bi amadebûna Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî peymaneke avê îmze bikin û got:
"Bi rastî ev peyman gelekî girîng e. Di dîroka her du welatan de cara yekem e ku dikeve meriyetê.
Wekî hûn dizanin, bi salan e Tirkiye û Îraq li rêyên bikaranîna avê ya bi bandortir digeriyan."
Fîdan anî ziman ku ev peyman dê rê li ber başkirina mayînde ya sîstemên avê yên li Îraqê veke û dê di dîroka Îraqê de bibe veberhênana herî mezin a binesaziyê.
Li aliyê din, Fîdan destnîşan kir ku di warê enerjiyê de jî hevkariyeke xurt heye û anî ziman:
"Destpêkirina xebata xeta boriyê ya petrolê bipêşketineke girîng e.
Em wekî Tirkiye û Îraqê di warên enerjiyê de, wekî gaz û elektrîkê, dikarin çi tiştên din bikin?
Li ser wan mijaran jî dan û standinên xurt hene."
Fîdan her wiha diyar kir ku ew pêşhatên li Sûriyeyê jî ji nêzîk ve dişopînin û bangî welatên herêmê kir ku li ser mijara Sûriyeyê hevkariyê bikin.
Fîdan spasiya hemû serkirdeyên siyasî yên Şîe, Sunî û Kurd kir ku piştgiriyê didin vê vîzyonê û got, "Ez her wiha spas dikim ku li hemberî me hikûmeteke hevpar a xwedî vîzyoneke wiha heye."
Hêviya ji bo hilbijartinan
Fîdan tekez kir ku pêwendiyên Tirkiye û Îraqê pêwendiyên kevnar in û anî ziman ku gelên her du welatan bi sed salan e bi hev re jiyane û anî ziman:
"Em dê ji bo ku van pêwendiyên dîrokî yên di navbera xwe de bigihînin astên baştir, her tiştê ku ji destê me tê bikin."
Fîdan ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê yên ku dê 11ê Çiriya Paşîn bên kirin hêvî kir ku ji bo gelê Îraqê û herêmê bi xêr be û got:
"Ez bawer im ku dê bibe hilbijartineke ku gihîştina demokrasiya Îraqê nîşan bide."