Konsulxaneya Îranê li Necefê bo cara duyem hat şewitandin
Hewlêr (Rûdaw) - Careke din jî Konsulxaneya Îranê li bajarê Necefê ji aliyê xwepêşanderên Iraqî ve hate şewitandin.
Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Necefê bûyer piştras kiriye û ragihandiye, tîmên wan piştî ku ji şewatê hatin agahdarkirin, çûne cihê avahiya Konsulxaneya Îranê û agir vemirandin.
Ev duyem car e di nava 4 rojan de Konsulxaneya Îranê li Necefê tê şewitandin.
Roja Çarşema heftiya derbasbûyî 27ê Mijdarê jî xwepêşanderên Iraqî êrîşî Konsulxaneya Îranê ya li Necefê kiribûn û agir berdabûne avahiya wê konsulxaneyê.
Xwepêşanderên bi hêrs ala Îranê anîbûne xwarê û ala Iraqê li ser avahiya wê konsulxaneyê bilind kirin. Piştre şer û pevçûneke tund di navbera xwepêşander û hêzên emnî yên Iraqê de derket û çend xwepêşander hatin kuştin. Piştî wê bûyerê, li parêzgehên Nasiriye û Zîqar, bi dehan xwepêşander hatibûn kuştin û di encamê de li ser rênimayiyeke Lêvegerê Şîeyên Iraqê, Ayetullah Elî Sîstanî, serokwezîrê wî welatî, Adil Ebdullmehdî dest ji kar berda.
Wek nerazîbûn li hember rola Îranê li Iraqê, ji destpêka xwepêşandanên li Iraqê ve xwepêşanderên nerazî ji 5 konsulxaneyên Îranê yên li seranserê Iraqê, êrîşî 3 konsulxaneyên wî welatî yên li Besra, Necef û Kerbelayê kirine.
Îranê li Herêma Kurdistanê jî du konsulxane hene ku li Hewlêr û Silêmaniyê ne, û li Iraqê tenê ew herdu konsulxaneyên wî welatî rastî êrîşan nehatine û parastî mane.