Serokê Parlamentoyê: Daxwazên Kurdan hatine bicîhkirin
Bexda (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cubûrî ragihand, ku daxwazên Kurdan di projeyasaya butçeya 2018ê ya Iraqê de hatine bicîhkirin.
Piştî ku Parlamentoya Iraqê projeyasaya sala 2018ê ya butçeya giştî pesend kir, Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cubûrî di civîneke çapemeniyê de got: “Daxwazên Herêma Kurdistanê di projeyasayê de hatine bicîhkirin. Divê parlamento çavdêriya rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê bike.”
Cubûrî diyar kir, ku derbarê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û mûçeyên hêzên pêşmerge daxwazên Kurdan di butçeya federalî de hatine bicîhkirin.
Bi gotina Selîm Cubûrî di birgekê projeyasayê de beşek butçe ji bo bajarê Helebceyê, herwiha ji bo Babîl jî hatiye veguhestin. Ji bo li Zanîngeha Helebceyê holeke nimûneyî were avakirin dê pere were dabînkirin.
Di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de ku bêyî beşdarbûna Fraksyonên Kurdistanî hat kirin, projeyasaya butçeya 2018 ya Iraqê hat pesendkirin. Projeyasa ji 58 maddeyan pêk tê.