Hewlêr (Rûdaw) - Heta niha li parêzgehên Îraqê 83 caran baregeh û xalên kontrolê yên Heşdî Şebiyê hatine bombebarankirin.
Di encama van êrişan de 73 çekdar hatine kuştin û 61 çekdar jî birîndar bûne.
Herî zêde li parêzgeha Nînowayê hatiye xistin û lîwayên Ketayîbî Hizbulahê bûn armancên sereke.
Li aliyê din, komên çekdar îdia dikin ku wan 753 êriş pêk anîne.
Ev êriş di nava 34 rojên şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de ango ji 28ê Sibatê heta 2yê Nîsanê çêbûne.
83 bombebaran û 73 kuştî
Li gorî amarên fermî yên Desteya Heşdî Şebiyê, di van 83 êrişan de 73 çekdar hatine kuştin û 61 çekdar jî birîndar bûne.
Di nav kuştiyan de fermandarên fewcan û berpirsên operasyonan jî hene.
Piraniya van êrişan bi balafiran hatine kirin.
Heşdî Şebiyê Amerîka û Îsraîlê bi van êrişan tawanbar dike.
Amerîkayê berê hinek êriş girtibûn ser xwe lê Îsraîlê heta niha ti daxuyaniyek nedaye.
Hizbulah armanca yekem e
Êrişan zêdetirî 24 lîwayên Heşdî Şebiyê armanc kirine.
Lîwayên Ketayîbî Hizbulahê 8 caran hatine bombebarankirin Lîwaya 45an şeş caran, Lîwaya 47an du caran hatiye armanckirin. Ev lîwa zêdetir li rojavayê Enbarê çalak in.
Piştî Hizbulahê, herî zêde Lîwaya 30an Heşdî Şebek ku li Deşta Nînowayê ye, 5 caran bûye armanc.
Lîwaya 31an a ser bi koma Rîsalyûnê jî 3 caran hatiye bombebarankirin.
Nînowa di rêza yekem de ye
Li gorî dabeşbûna parêzgehan, Nînowa bi 12 êrişan di rêza yekem de ye. Amarên din wilo ne:
Enbar: 11 caran.
Babil (Cerf el-Sexer): 7 caran.
Selahedîn: 6 caran.
Kerkûk: 4 caran.
Êriş li parêzgehên Bexda û Diyaleyê jî hatine kirin.
Berxwedana Îslamî: Me 753 êriş kirine
Koma "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" ku ji çend komên nêzîkî Îranê pêk tê, ragihand ku ji 28ê Sibatê ve wan 753 êriş li dijî neyarên xwe pêk anîne.
Di daxuyaniya wan a dawî ya 3yê Nîsanê de hat gotin ku di nava 24 saetan de wan 23 êriş pêk anîne.
Ev kom êrişên xwe bi mûşek û dronan dikin. Komên wekî Seraya Ewliya Dem, Eshabul Kehf û Ewliyaûlah piraniya êrişên li ser Herêma Kurdistanê digirin ser xwe.
Roja 17ê Adarê bi 47 êrişan wekî roja herî çalak a vê komê hate dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse