Jin û zarokên ereb li dijî DAIŞê çek hilgirtine
Mûsil (Rûdaw) – Li gundê Hacî Elî yê Deşta Nînowayê, jin û zarokan ji tirsa DAIŞê çek rakirine. Ev yek di demekê de ye, ku çekdarên DAIŞê tenê 2 kîlometreyan ji gund dûr in.
Jin û zarokên gundê Hacî Elî yê Deşta Nînowayê, ji bo parastina gundê xwe, çek hilgirtine. Ew dibêjin, zilamên gund li eniyên şer in, lewma kes nîne gund biparêze.
Jina bi navê Hedla Hemed yek ji wan jinan e, ku ji bo parastina malbata xwe dest daye çekê.
Hedla dibêje; “Kesê me nîne me biparêze. Zarokên me li bereyên şer in. divê em bixwe parastina malbat û gundê xwe bikin. Eger em wiha nekin dê DAIŞî werin û nîva şevê serê me bibrin.”
Çekdarên DAIŞê tenê 2 kîlometreyan ji gundê Hacî Elî dûr in. Serokê hozên vê herêmê jî dibêje, hêzên ewlekariyê nikarin weke pêwîst parastina deverê bikin, lewma jin û zarokan dest dane çekan.
Şêxê eşîreta Elleheb, Şêx Nizan Sefer Selman dibêje; “Di vê rojê de zarok amade ne, jinan jî mil dane milên zilaman û çek rakirine. Herêma me pir fereh e û hejmara hêzên ewlekariyê jî kêm e. Lewma jin û zarok neçar mane çekdar bin.”
Mîna hêzên ewlekariyê, jin jî çavdêriya rewş û tevgera DAIŞê dikin.
Jina bi navê Naze Selah Derwêş dibêje; “Em ji 9ê sibê heta 9ê êvarê bi çekên xwe nobetê digrin. Zarokên me li Mûsil, Tikrît û deverên din leşker in. Daxwaza me ew e, ku hikûmet ji bo parastina me hêz bişîne. Dibe DAIŞ rûbarê Dîcle derbas bike û êrîşê me bike.”
Gundê Hacî Elî 60 kîlometreyan ji Mûsilê dûr e. Herwiha kampekî koçberan jî li vî gundî ye û nêzîkî 30 hezar koçber tê de dijîn.