Hewlêr (Rûdaw) - Dîwarên betonî yên Bexdayê ku bi rengê axê hatine pêçandin, bi hewldana hunermendeka ciwan reng rengî hatine xemilandin.
Ev tablo berhema destî ya "Wicdan Mecîd"e ku dibêje: “Ez hewl didim ku rûyê Bexdayê ji daristaneke betonî biguherim bo pêşangeheke vekirî û asûdetir.”
Wicdan Mecîd hunermenda şêwekar dibêje, “Dema ku em li holan pêşangeheke hunerî vedikin, tenê hunermend tên serdana wan û kesên asayî yên ku pêwendiya wan bi hunerê re nîne, gelek kêm serdana wê dikin, lê niha hunermend û mirovên asayî vê derê dibînin, ji her kesî re vekirî ye, ev tablo xweşiyê dibexşînin cihê xwe.”
Her yek ji van tabloyan sîmayek an kesayetiyekî naskirî yên Iraqê nîşan dide.
Sekreterê Şaredariya Bexdayê, Elî Mein Mîimar dibêje, “Pîşesaziya ciwankarî ye, ev pîşesazî di hişê min de ye ku ez ê çawa hunerê veguhesînim kolanan û rengê axê li kolanan nehêlim; ew dîmenan nehêlin ku kolan 40 sal in bi rengê axê tê naskirin.”
Ev hewldana şaredariya Bexdayê û Wicdaniyê şêwekar divê sivnika xermanekî be, daku sîmaya bajarekî mezin û pir fireh weke Bexdayê biguhere, ku zêdetirî 10 milyon niştecî tê de dijîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse