Tirkiyeyê elektrîka Îraqê birî û Herêma Kurdistanê jî kêm kir
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Elektrîkê ya Îraqê ragihand ku ji ber kêmkirina elektrîkê ya ji aliyê Herêma Kurdistanê ve û birîna elektrîkê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve, Îraq bi pirsgirêkeke cidî ya elektrîkê re rû bi rû ye û Bexda hewl dide çareseriyekê ji vê krîzê re bibîne.
Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê Ehmed Mûsa ji Rûdawê re ragihand, “Berê me 1800 megawat elektrîk ji Herêma Kurdistanê werdgirt lê bi berfirehkirina Projeya Ronakiyê re ev rêje daket 1100 megawatî.”
Herêma Kurdistanê ji bo nûjekirina sektora enerjiyê van demên dawî pêngavên girîng avêtine.
Projeya Ronakiyê ku armanca wê dabînkirina elektrîkê ya 24 saetan e, yek ji van pêngavan e.
Nêzîkî çar milyon kes li Herêma Kurdistanê, ango zêdetirî ji sedî 50ê nifûsa herêmê, 24 saetan elektrîka bê navber werdigirin.
Helebce bi temamî ji vê xizmetê sûdê werdigire.
Bexda deynê xwe neda
Ehmed Mûsa diyar kir ku ji ber ku Bexdayê deynê xwe yê Enqereyê nedaye, Tirkiyeyê ji hefteya borî ve elektrîka Îraqê biriye û got:
“Tirkiyeyê 600 megawat elektrîk dida Îraqê lê ji ber nedana pereyan ew elektrîk hatiye birîn.”
Bexda û Enqereyê destpêka meha hezîranê, peymanek îmze kiribû ku hinardeya elektrîkê ji Tirkiyeyê ji 300 megawatî bibe 600 megawat.
Ji bo elektrîka 24 saetan pêdivî bi 54 hezar megawatan heye
Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê diyar kir ku bi guhertinên dawî re hilberîna elektrîkê li welêt gihiştiye 25 hezar û 500 megawatî û got ku ji bo dabînkirina elektrîka 24 saetan pêdivî bi nêzîkî 54 hezar megawatan heye.
Piştî ku Washingtonê adarê destûra ku rê dida Îraqê elektrîkê ji cîranê xwe Îranê bikire betal kir, Bexda hewl dide çavkaniyên xwe yên enerjiyê curbicur bike.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî piştî bidawîhatina dema destûrê, bi rayedarên enerjiyê re civiya da ku alternatîvên wekî bikaranîna gaza xwezayî û hinartina elektrîkê ji Urdin, Tirkiye û Tirkmenistanê binirxîne.
Îraq bi taybetî di mehên havînê de ku germahî digihîje ser 50 pileyî û daxwaz zêde dibe, bi kêşeyeke kronîk a elektrîkê re rû bi rû ye.
Hikûmeta Îraqê li vebijarkên enerjiya venûker digere.
Wezareta Elektrîkê dawiya adarê, ragihand ku ew nêzîkî îmzekirina peymanê ne bi du kompanyayên Îmaratî û Erebistana Siûdî re ji bo hilberîna panelên rojê.