Muqteda Sedir daxwaza greva giştî dike

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir ragihand, ti berjewendî û qazancek di guhertina xwepêşandanên cemawerî bo xwepêşandanekî alîgirî ji rewtên cuda de , nîne û daxwaza greva giştî kir.

Muqteda Sedir got, eger berjewndî di wan core xwepêşandanan de heba, wî dê daxwaz ji Şorişgêrên Çaksaziyê bikira ku beşdariyê di wan xwepêşandanan de bikin.

Sedir diyar kir, ew piştgiriya xwepêşandaneke aştiyane û xelkî dikin û daxwazê jî dike, ku bi çek destdirjî li ser xwepêşanderan neyê kirin, ji ber ku ew xwepêşanderên bêçek, bixwe li dijî gendelî û tundûtûjiyê ne.

Sedir di peyama xwe de wiha dibêje: “Bi nerîna me, ti berjewendî di guhertina xwepêşandanên cemawerî bo xwepêşandanên destegerî de tine ye, eger na me dê ferman daba şoreşgerên çaksaziyê li li gel wan xwepêşandanê bikin. Lê belê em dixwazin parêzvaniyê li xwepêşandana gel bikin, em daxwaz jî dikin ku xwepêşandan aştiyane bin. Eger bi greva giştî ya aştiyane jî bêne piştgirîkirin, ku hemû gel beşdariyê têde bikin (tiştekî baş e), herwiha em destdirêjiya li ser xwepêşanderên bêçek jî red dikin, ewên ku li dijî gendelî û tundûtîjiyê ne.”

Duh Çarşemê bo roja duyem li pey hev, li Bexdayê û çend bajarên din ên Iraqê xwepêşandan hatin lidarxistin û li piraniya bajaran jî di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de alozî derketin.

Xwepêşander li hember awayê birêvebirina Iraqê bi hers in û daxwaz dikin, ku gendelî nemîne û xizmetguzariyên serekî ji gel re bêne dabînkirin û hikûmet derfetên kar ji xortan re peyda bike.

Endamê Encûmena Komîsyaran ya komîsiyona Mafê Morovan li Iraqê, Hêmin Bacelan, ji Rûdawê re ragihand, beriya salekê di derbarê xwepêşandana de wan hişdarî dabû hikûmeta Iraqê, ji ber ku xelkê Iraqê bi awayekê giştî daxwazî hene û divê ji wan re bên dabîn kirin.

Bacelan herwiha got, wan çaverê nedikir ku hikûmeta Adil Ebdulmehdî weke niha reftarê li gel xwepêşanderan bike, û rewş weha aloz bibe.

Bo nirxandina rewşa niha ya welat, Serokwezîrê Iraqê, Adil Ebdulmehdî serokatiya civîneke bilez a Encûmena Asayişa Niştimaniya Iraqê kir.

Piştî civînê, Encûmena Asayişa Niştimaniya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, ku piştevaniyê li daxwazên xwepêşanderan dike, lê di heman de dibêje, ew hemû core karên têkderane red dikin.

Encûmena Asayişa Niştimaniya Iraqê tekezî li mafê xwepêşandanên aştiyane û hewldana ji bo cîbicîkirina daxwazên rewa yên xwepêşanderan jî kir û daxwaz ji hikûmetê kir, ku kar bike ji bo cîbicîkirina daxwaziyên xwepêşanderan.

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, “divê saziyên dewletê û saziyên giştî bêne parastin.”

Berpirsên pilebilind ên wî welatî û kesayetiyên xwedî bandor jî derbarê xwepêşandan û aloziyên li bajarên Iraqê daxuyanî dane.

Serokomarê Iraqê, Dr. Berhem Salih tekezî li wê yekê kiriye, ku xwepêşandana aştiyane mafekî destûrî yê hevwelatiyan e û pêwîst e hêzên ewlehiyê mafên welatiyan û asayişa giştî biparêzin û li ser xwe bin û rêz li yasayê bigirin.

Berhem Salih herwiha gotiye, genc daxwaza reforman û derfetên kar dikin û pêwîst e bersiva daxwazên wan ên rewa bê dayîn.

Serokwezîrê Iraqê, Adil Ebdulmehdî jî dilgiraniya xwe li hember xwepêşandanan û derketina aloziyan nîşan daye û ragihandiye, ku derbarê derketina bûyerên van rojan de lêkolîn hatine destpêkirin.

Adil Ebdulmehdî destnîşan kiriye, hinek kesan gef û metirsî li ser sîstema giştî û aştiya civakî çê kirine û bi qestî bûne sedem ku di nava refên xwepêşanderan de qurbanî çê bibin û tekez kiriye, hêzên ewlehiyê rûbirûyê êrîşên bi kêran an narincokan an jî şewitandina cihan bûne.

Serokatiya Parlamentiya Iraqê jî piştgirî daye xwepêşandanên aştiyane û daxwaz ji hêzên ewlekariyê kiriye, ku aram bin û li dijî xwepêşanderan hêz û tundûtîjiyê bi kar nehînin.

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê jî dilgiraniya xwe li hember derketina aloziyan di xwepêşandanên Iraqê de aniye ziman û ragihandiye: “Li gor yasayê her takekê mafê azadiya derbirînê heye.”

Ji bilî Bexdayê, duh li parêzgehên Dîwaniye, Babil, Necef, Kerbela, Musenna, Zîqar, Mîsan, Wasit û Kerkûkê xwepêşandan hatin lidarxistin.