Îraqê vegerandina karwanê dawî yê ji Kampa Holê rawestand
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê bi hinceta ku ji ber qerebalixiyê ew nikarin li Kampa Cedayê ya li Nînovayê bên bicihkirin, vegerandina karwanê dawî yê malbatên çekdarên DAIŞê yên ji Kampa Holê rawestand.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cehangîr ji Rûdawê re ragihand ku wezaretê vegerandina karwanê dawî yê Îraqiyên ji Kampa Holê rawestandiye ku biryar hatibû dayîn bihata vegerandin.
Cehangîr li ser sedema rawestandinê got, ji ber ku Kampa Cedayê ya li Nînovayê ku malbat jê re tên veguhestin niha gelekî qerebalix e.
Li girî biryarê, karwanê hejmar 30 ê malbatên çekdarên DAIŞê dawiya meha Îlona 2025an bihata vegerandin
Elî Cehangîr got, "Hejmara endamên wan malbatan negihiştiye ber destê me, lê dê di navbera 150 û 200 malbatan de bin."
Malbatên çekdarên DAIŞê yên ji Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê, ji bo pêvajoya rehabilitasyonê beriya ku vegerin cih û warên xwe, dibin Kampa Cedayê ya li parêzgeha Nînovayê.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê ragihand ku niha zêdetirî 6 hezar û 500 kes li kampê ne û divê hinek ji wan vegerin cih û warên xwe da ku kamp karibe karwanê nû yê Îraqiyên vegeriyayî wergire.
Heta niha zêdetirî 19 hezar Îraqî ji Kampa Holê hatine vegerandin û nêzîkî 5 hezar kes jî li kampê mane.