Li Îraqê guherîna avhewayê 17 hezar malbat koçber kirine
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên fermî, di 5 salên borî de zêdetirî 17 hezar malbatên li 7 parêzgehên Îraqê ji ber bandorên guherîna avhewayê û çolbûnê koçber bûne ku piraniya wan xelkê Dîwaniye û Zîqarê ne.
Rûdawê xwe gihand amarên Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê.
Amar nîşan didin ku ji sala 2021ê ve 17 hezar û 365 malbat ji ber guherînên avhewayê û çolbûnê koçber bûne.
Piraniya wan malbatên ku ji ber guherînên avhewayê koçber bûne li parêzgehên Zîqar û Dîwaniyeyê ne.
Amar wiha ne:
Zîqar: 9 hezar û 525 malbat
Dîwaniye: 2 hezar û 823 malbat
Musena: Hezar û 668 malbat
Mîsan: Hezar û 643 malbat
Besre: 951 malbat
Necef: 742 malbat
Wasit: 13 malbat
Seroka Komîteya Çandiniyê ya Encumena Parêzgeha Zîqarê Zeyneb Esediyê ji Rûdawê re ragihand:
"Piraniya çiravên bakurê parêzgeha me hişk bûne û em hewl didin bi rêya Çemê Dîcleyê hinekan ji wan vejînin lê çiravên din ên hişkbuî yên parêzgeha me bê çare ne."
Li gorî serjimêriya dawî ya Îraqê, hejmara niştecihên Zîqarê zêdetirî 2 milyon û 300 hezar kesî ye.
Seroka Komîteya Çandiniyê ya Zîqarê got:
"Par li parêzgeha me hişkesalî hebû û mîqdara avê di zongavan de nêzîkî nîv metreyî kêm bûye lê par yek ji wan jî ji metreyekê kêmtir nebû.
Bê guman di vê demsalê de ew nîv metreya mayî jî dê kêmtir bibe, ji ber ku beşeke mezin dibe hilm."
Li gorî amareke Wezareta Plandananê ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatiye şandin, li Îraqê 40,4 milyon donim erd bûne çol û li ser 96,5 milyon donim erdan jî gefa çolbûnê heye, tenê 13,5 milyon donim erd maye ku ji bo çandiniyê bikêrhatî ye.
Dîsa li gorî wê amarê, tenê ji sedî 1,4ê axa Îraqê hêşinahî û daristan e.
“Me hemû hewlên xwe dane”
Berdevkê Wezareta Jîngehê ya Îraqê Luey Muxtar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Em aliyê çavdêrî û plankirinê ne. Me hemû hewlên xwe li navxwe û derve dane ji bo zêdekirina rêjeya hêşinahiyê li Îraqê û rizgarkirina wê rûbera axê ku gefa çolbûnê li ser e.
Beşek ji erdên bi xwe hişk û çol in lê hinekên din erdên çandiniyê ne û ji ber qutbûna avê bê ber bûne."
Li aliyê din, Birêvebirê Giştî yê Fermanxaneya Têkoşîna bi Çolbûn û Daristanan a Îraqê Dr. Besam Kenan ji Rûdawê re ragihand:
"Heta îro di çarçoveya pêngava niştimanî ya darçandinê de zêdetirî milyonek û 300 hezar şitil hatine çandin.
Pêngav di çarçoveya destpêşxeriya Serokwezîr de ye ku çandina zêdetirî 8 milyon daran li xwe digire û berdewam dike.
Komîteyek li Wezareta Çandinî, Jîngeh û hemû wezaretên din ên pêwendîdar hatiye pêkanîn, dest bi pêvajoyeke berfireh a pîvana erdê kiriye ku armanc jê diyarkirina rûbera wan erdan e ku bi temamî bûne çol û ew erdên ku gefa çolbûnê li ser wan heye.
Piştî bidawîhatina karên wê komîteyê, hikûmet bi awayê fermî dest bi çareseriya bingehîn dike û budceyê jê re terxan dike."
“Çolbûn gefeke mezin e”
Pisporê warê jîngehê û Mamosteyê Zanîngeha Besreyê Dr. Şukrî Hesen jî ji Rûdawê re got:
"Sedemên çolbûnê hinek ji wan siruştî ne wekî, bilindbûna pileya germê, kêmbûna baranê û kêmbûna ava bin erd û ser erdê.
Lê hinek sedem jî hene ku çêkirî ne, wekî çandiniya xerab û berfirehbûna bajaran, zêdebûna nifûsê û zêdegaviya li ser samanên siruştî.
Çolbûn gefeke mezin e li ser her welatê ku rûbirûyî wê dibe, her wiha bandorê li ewlehiya xwarinê ya welêt dike, ev xeynî wê yekê ku pileyên germê bilindtir dikin û diyardeya tozbarînê jî zêde dike."