MÛSIL- Leşkerên Iraqê ji asman daketin û gundek girtin

04-01-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Iraqê li başûrê Mûsilê di operasyonekê de, ku ji asman daketin, gundek ji destê çekdarên DAIŞê derxistin.

Serokê Lêjneya Ewlehiyê ya Encumena Parêzgeha Mûsilê Mihemed Îbrahîm di daxuyaniyekê de ragihand: “Hêzeke taybet ji Artêşa Iraqê, ji asman daket ser gundê El-Cideyê yê ser bi nahiyeya Geyare ve û karî wî gundî bi temamî ji destê DAIŞê derxîne.”

Li gorî Mihemed Îbrahîm, “Balafirên Iraqê ew operasyon pêk anîn, ku leşker jê daketin ser gund û li wir şer û pevçûn di navbera wan û çekdarên DAIŞê de li derdora wî gundi derket. Herwiha balafiran jî li cih û çeperên DAIŞê dan.”

Piştî vekişandina Artêşa Iraqê di 10ê Hezîrana 2014an de, DAIŞ bajarê Mûsilê û derdora wê kontrol kir û heta niha ew parêzgeh di destê DAIŞê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst