Hewlêr (Rûdaw) - Li Bexdayê markayên Amerîkayê careke din ketin ber metirsiya girtin û êrişkirinê.
Hêzên ewlehiyê hemû marka û xwaringehên Amerîkayê dorpêç kirine da ku rê li ber gef û êrişan bigirin.
Elî Emmarê ku li yek ji wan xwaringehan karê gihandinê dike, qala bandora wan gefan a li ser markayên Amerîkayê kir.
"Rewş gelekî xerab e"
Ajokarê gihandinê Elî Emmar got:
“Welatiyên Îraqê bi giştî markayên Amerîkayê boykot kirine. Bi rastî tirs heye, bi taybetî piştî kuştina Elî Xamineyî rewş gelekî xerab e.
Vê yekê bi giştî bandor li civaka Îraqê û bi taybetî jî li karê me kiriye."
Du şaxên KFCyê hatin girtin
Li gorî zanyariyan, niha du şaxên KFCyê girtî ne.
Tirs heye ku di dema karkirinê de komên çekdar êrişî wan bikin.
Lê belê hinek markayên din ên Amerîkayê di bin sîbera hêzên ewlehiyê de karê xwe didomînin.
"Ev şer 50 salan li pêşiya Îraqê ye"
Dikandar Yûsif Mihemed jî li ser rewşa heyî wiha axivî:
"Ev şer ji bo me pir mezin e. Ji bo em bi silametî bijîn, divê em ji vî şerî dûr bikevin.
Ev şer bi ti awayî ne di berjewendiya Îraqê de ye.
Ev şer 50 salan li pêşiya Îraqê ye. Ev şerê teknolojiyê ye, ne şerê gotegotan e."
"Xelk dixwaze bijî"
Karkerê xwaringehê Xelîl Sahim jî bal kişand ser mijara debarê û got:
"Bê guman bandoreke xwe ya mezin heye. Em hêvîdar in ku ev şer demildest biqede û êdî zêdetir bandorê li bazarê neke.
Xelk dixwaze bijî û deriyê rizqê xwe vekirî bihêle. Hêviya wan ew e ku ev şer biqede."
Tirs heye ku Îraq bibe qada şer
Şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê û tevlîbûna komên "Berxwedana Îslamî" ya bi rêya dron û mûşekan a li dijî berjewendiyên Amerîkayê, xelkê Îraqê xistiye nava fikaran.
Xelk ditirse ku Îraq jî bikişînin nav vî şerê dijwar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse