DAIŞê dîsa hêrsa xwe di serê dîrokê de vala kir!
Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê vê carê jî bi tevşo û biviran êrişî bajarê kevnar ê Hetra (Hezer) yê Iraqê kirin.
Rêxistina DAIŞê îro vîdoyek belav kir ku tê de çekdarên DAIŞê şûnwarên bajarê kevnar ê Hetra yê Iraqê dişkênin.
Bajarê Hetrayê girêdayî parêzgeha Mûsilê ye ku kevnartiya wê zêdetirî 2 hezar sal e.
Çekdarên DAIŞê di dema şikandina wan tiştên dîrokî de dibêjin, em li kuderê cihên kevar bibînin emê ji nav bibin û bişkênin.
Beriya niha jî mûzeya Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve hatibû tinekirin.