FLAŞ – Li navenda bajêr şer: 2 xwekuj hatin teqandin

04-04-2017
RÛDAW
Nîşan Tikîrt DAIŞ Hêzên Iraqê Şer Xwekuj Teqandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Tikrîtê şer di navbera hêzên ewlehiyê yên Iraqê û çekdarên DAIŞê de şerekî giran derket.

 

Li gorî agahiyan, îşev 4ê Nîsana 2017ê li navenda parêzgeha Selahedîn a Iraqê bajarê Tikrîtê şerekî giran di navbera hêzên Iraqê û çekdarên DAIŞê de qewimî.

 

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê, emîd Seid Mein di daxuyaniyekê de ragihand: “Hêzên ewlehiyê 2 kesên xwekuj teqandine, dema ku hewl dane êrişî ser hêzeke hawarhatinê li Taxa Zuhûr a bajarê Tikrîtê yê navena parêzgeha Selahedînê bikin.”

 

Seid Mein tekez kir, ku niha rewş li bajarê Tikrîtê di kontrola hêzên ewlehiyê yên hikûmetê de ye û êriş hatiye şikandine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst