Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê heta niha, li parêzgehên Îraqê 85 caran baregeh û xalên pişkinînê yên Heşdî Şebiyê hatin bombekirin.
Di encama van êrişan de 139 çekdar hatine kuştin û birîndarkirin.
Herî zêde li parêzgeha Nînowayê êriş hatine kirin û lîwayên bi ser Ketaîbên Hizbulahê ve bûn armancên sereke.
Li aliyê din, komên çekdar îdia dikin ku wan jî 772 êriş kirine.
Ev êriş di maweyê 35 rojan de, yanî ji 28ê Sibatê heta sibeha 4ê Nîsanê hatine kirin.
Ev dîrok roja destpêkirina êrişên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê ye.
85 caran hatin bombekirin
Li gorî amarên fermî yên ku Desteya Heşdî Şebiyê ya Îraqê belav kirine, ji 28ê Sibatê ve baregeh û xalên kontrolê yên hêzên cuda yên ser bi wê desteyê ve 85 caran hatine bombekirin.
Di encamê de 74 çekdar hatin kuştin û 65 çekdar jî birîndar bûn.
Di nav kuştiyan de birêvebirên û berpirsên operasyonên Heşdî Şebiyê jî hene.
Ev êriş bi piranî bi balafiran hatine kirin. Heşdî Şebî, Amerîkayê û Îsraîlê bi van êrişan tawanbar dike.
Her çi qasî Amerîkayê berê ragihandibû ku wê êrişî komên çekdar ên Îraqê kiriye jî, Îsraîlê heta niha li ser van êrişan ti daxuyaniyeke fermî nedaye.
Armanca yekem: Ketaîbên Hizbulahê
Li gorî amarên Desteya Heşdî Şebiyê, di bombebaranan de zêdetirî 25 lîwayên ser bi wê desteyê ve hatine hedefgirtin ku ew lîwa ser bi komên cuda yên çekdar ve ne.
Di nava van 35 rojan de herî zêde êrişî lîwayên ser bi Ketaîbên Hizbulahê hatine kirin ku 9 caran hatine bombekirin.
Ji van êrişan 7 caran Lîwaya 45an û 2 caran jî Lîwaya 47an hatine hedefgirtin ku ev her du lîwa bi piranî li rojavayê Enbarê serdest in.
Ebas Hemîdawî Sekreterê Giştî yê Ketaîbên Hizbulaha Îraqê ye û di Parlamentoya Îraqê de bi navê faksiyona Hiqûqê 6 kursiyên wan hene.
Lîwaya herî zêde ya duyem a ku rastî êrişan hatiye Lîwaya 30î ya Heşdî Şebiyê ye ku 5 caran hatiye bombekirin.
Lîwaya 30î wekî Lîwaya Heşdî Şebekan tê naskirin û ji aliyê Mihemed Cemîl (Ebû Ehmed) ve tê birêvebirin û li Deşta Nînowayê serdest in.
Lîwaya 31ê ya Heşdî Şebiyê jî di rêza sêyem de ye ku 3 caran rastî êrişan hatiye.
Ev lîwa ser bi koma Rîsalyûn ve ye û Ednan Şehmanî sekreterê wê yê giştî ye.
Nînowa herî zêde hat bombekirin
Li gorî amarên Heşdî Şebiyê, ew baregeh û xalên pişkinînê yên ku hatine bombekirin li parêzgehên Kerkûk, Enbar, Babil, Selahedîn, Nînowa, Bexda û Diyaleyê ne.
Baregehên komên çekdar ên Heşdî Şebiyê yên li Nînowayê herî zêde hatine bombekirin ku 13 caran êriş lê hatine kirin.
Piştî wê parêzgeha Enbarê tê ku 11 caran baregehên wê hatine bombekirin.
Li parêzgeha Babîlê û bi taybetî li herêma Curf el-Sexerê, 7 caran êrişî komên Heşdî Şebiyê hatiye kirin.
Her wiha li Selahedînê 6 caran û li Kerkûkê jî 4 caran bombebaran hatine kirin.
Muqaweme: Me 772 êriş kirine
Koma bi navê "Muqawemeya (Berxwedan) Îslamî ya li Îraqê" ku ji çend komên çekdar ên Îraqî yên nêzîkî Komara Îslamî ya Îranê pêk tê, ji 28ê Sibatê ve berpirsiyariya piraniya wan êrişan digire ser xwe ku li dijî Herêma Kurdistanê û navendên dîplomatîk ên li Îraqê têne kirin.
Li gorî amarên wê komê, di nav 35 rojên şer de wan 772 êriş kirine.
Amara dawî sibeha şemiyê 4ê Nîsanê hate belavkirin ku tê de îdia dikin ku di nav 24 saetên dawî de 19 êriş kirine.
Berxwedana Îslamî ya Îraqê daye zanîn ku wê êrişên xwe di vê maweyê de bi rêya dron û mûşekan kirine.
Hin ji van komên wekî "Seraya Ewliya Dem", "Es-habul Kehf" û "Ewliyaulah" piraniya êrişên li Herêma Kurdistanê digirin ser milê xwe.
Herî zêde roja 17ê Adarê êriş hatine kirin ku wê komê berpirsiyariya 47 êrişan girt ser xwe.
Herî kêm jî roja 12ê Adarê êriş hatine kirin ku hejmara wan 13 bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse