Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye û bi aliyên Şîe û Sunî re dicive

1 demjimêr berê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Bexda Hevdîtin Çarçoveya Hevahengiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye û dê çend hevdîtinan bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo encamdana çend civînan berê xwe da Bexdayê.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, Nêçîrvan Barzanî dê îro beriya nîvro bi Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê re bicive.

Çarçoveya Hevahengiyê mezintirîn fraksiyona Parlamentoya Îraqê ye û piraniya aliyên Şîeyan li xwe digire.

Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên li Bexdayê

Yek ji civînên din ên Nêçîrvan Barzanî dê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re be.

Serokê Herêma Kurdistanê dê bi Elî Zeydiyê namzedê erkdarkirî yê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê re jî hevdîtinê bike.

Nêçîrvan Barzanî her wiha dê bi aliyên Sunî yên Îraqê re jî bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst