Li Wasitê 5 zarok bi hev re xeniqîn

7 demjimêr berê
Malbatên wan zarokan / Wêne: Torên Civakî
Malbatên wan zarokan / Wêne: Torên Civakî
Nîşan Wasit Xeniqîn Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêmeke girêdayî qezaya Kûtê ya parêzgeha Wasitê ya Îraqê 5 zarokên ji 15 salî biçûktir bi hev re xeniqîn.

Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Encumena Parêzgeha Wasitê Hebîb Bedrî ji Rûdawê re axivî û got:

"Bûyer êvara yekşemê li Gola Şiwêçeyê qewimiye.

Her 5 zarok ji navenda parêzgehê ne û ji eşîra Dirê ne.

Di dema melevaniyê (sobanî) de kel û pelên pêwîst ên parastinê bi wan re nebûne.

Piştî bidawîhatina rêkarên Bijîşkiya Dadê ya Wasitê, termên wan hatin veşartin."

Hişyarî da malbatan

Gola Şiwêçeyê li rojhilatê Rûbarê Dîcleyê ye li rojavayê qezaya Kûtê ya parêzgeha Wasitê dimîne.

Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Encumena Parêzgeha Wasitê ragihand ku ev bûyer ji ber bilindbûna asta ava Gola Şiwêçeyê bi bandora barana zêde qewimiye.

Her wiha ev herêm cihê geşt û seyranê ye.

Fermandariya Polîsê Wasitê di daxuyaniyekê de hişyarî da malbatan da ku rê nedin zarokên wan bikevin rûbar û golên ku ne parastî ne û ne yên melevaniyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst