Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serkirdeyên Encumena Siyasî ya Niştimanî ya Îraqê re civiya.
Serkirdeyên encumenê spasiya xwe ji bo rola Nêçîrvan Barzanî ya di nêzîkkirina aliyan û parastina mafên destûrî yên hemû pêkhateyên Îraqê de anî zimên.
Mifteya çareseriyê diyalog e
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, bi serkirdeyên Encumena Siyasî ya Niştimanî re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa siyasî ya welêt û pêwîstiya yekxistina hewldanan a ji bo pêkanîna aramiyê hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Her du aliyan tekezî li ser girîngiya diyaloga niştimanî û lihevtêgihiştina di navbera hemû pêkhate û hêzên siyasî de kir.
Hat diyarkirin ku ev yek mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan e, bi awayekî ku maf û şayisteyên hemû aliyan werin parastin."
Hikûmeta bê û dûrxistina ji aloziyan
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat ragihandin ku her du alî hevnêrîn bûn ku divê hikûmeta bê li ser bingeha hevbeşiya rasteqîn û hevsengiya di navbera pêkhateyan de bê avakirin.
Her wiha divê xizmetguzarî û avadankirin di rêza yekem a karên wê de bin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn:
"Serkirdeyên Encumena Siyasî ya Niştimanî spasiya xwe ji bo rola hevseng û niştimanî ya Serok Nêçîrvan Barzanî ya di nêzîkkirina aliyan û parastina mafên destûrî yên hemû pêkhateyên Îraqê de anî ziman."
Li gorî daxuyaniyê, rewşa herêmê, girîngiya parastina aramiyê û dûrxistina welêt a ji aloziyan mijareke din a hevdîtinê bû.
Di vê mijarê de jî tekezî li ser parastina berjewendiyên bilind ên Îraqê û serweriya niştimanî hat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse