Nêçîrvan Barzanî û Musena Samerayî avakirina hikûmeta nû gotûbêj kir

4 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Bexda Musena Samerayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi Serokê Hevpeymaniya Ezmê Musena Samerayî avakirina hikûmeta nû gotûbêj kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, bi Serokê Hevpeymaniya Ezmê Musena Samerayî re hevdîtinek pêk anî.

Avakirina hikûmeta nû

Nêçîrvan Barzanî û Musena Samerayî di civîna xwe de pêvajoya siyasî ya Îraqê û gavên avakirina hikûmeta nû gotûbêj kirn.

Di civînê de tekezî li ser girîngiya pêbendiya bi dema destûrî ya ji bo avakirina hikûmetê hat kirin.

Hevahengiya Hewlêr û Bexdayê

Her du alî li ser pêwîstiya bihêzkirina hevahengî û lihevtêgihiştina di navbera Hewlêr û Bexdayê de hevnêrîn bûn.

Her wiha rola bibandor a Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê, wekî bingeha çareserkirina pirsgirêkên hene hat dîtin.

Hevkariya aliyên siyasî

Di beşeke din a civînê de, qala pêwendiyên hevseng ên di navbera aliyên siyasî de hat kirin.

Di vê çarçoveyê de ji bo parastina aramî û berjewendiyên bilind ên welêt tekezî li ser hevkariya di navbera aliyan de hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst