Çavê Bexdayê li rola Nêçîrvan Barzanî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Tê çaverêkirin ku bi serdana Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê re kabîneya nû ya Îraqê bi lez were pêkanîn û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin.
Pêşbîniya hinek berpirsên Şîe û Suneyên Îraqê ya li ser vê serdanê ew e ku dê ev her du mijar ber bi çareserbûnê ve biçin.
Serokê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî îro gihişt Bexdayê.
Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi şandeyeke Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan re civiya.
Nêçîrvan Barzanî her wiha dê paşê bi Encumena Siyasî ya Niştimanî ya Suneyan re jî bicive.
Civînên wî ji bo gotûbêjkirina pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û çareserkirina wan pirsgirêkan in ku îhtîmal heye werin pêşiya hikûmeta nû û di serdemên borî de bi temamî nehatine çareserkirin.
Çareserî ye, ne pirsgirêk e
Pêwendiyên Nêçîrvan Barzanî yên bi aliyên Sune û Şîe yên Îraqê re wisa kiriye ku hêviyên wan aliyan bi vê serdanê gelek bin.
Ew li bendê ne ku bi vê serdanê re avakirina hikûmeta nû leztir bibe û pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê bên çareserkirin.
Nûnerê Hevpeymaniya Ezimê ya Suneyan Ezam Hemdanî ji Rûdawê re got ku Nêçîrvan Barzanî her tim di hêsankirina çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de xwedî rol bûye û ew "her tim beşek e ji çareseriyê."
Ev serdana Nêçîrvan Barzanî, sê roj piştî serdana Namzedê Erkdarkirî yê Avakirina Hikûmeta Nû ya Îraqê Elî Falih Zeydî ya Herêma Kurdistanê pêk tê.
Berdevkê Hevpeymaniya Nesrê Eqîl Rûdeynî ji Rûdawê re ragihand, serdana Nêçîrvan Barzanî temamkerê serdana Elî Falih Zeydî ya Hewlêrê ye ji bo ku hikûmet bê pêkanîn.
Rûdeynî her wiha destnîşan kir ku Nêçîrvan Barzanî bi wê yekê tê naskirin ku "dikare pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike."
Civînên Nêçîrvan Barzanî yên li Bexdayê dê bi Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê re wekî fraksiyona herî mezin a parlamentoyê û bi Encumena Siyasî ya Niştimanî ya Suneyan re wekî nûnera piraniya Suneyan bin.
Ev her du alî li gel Kurdan sê cemserên birêvebirina Îraqê ne.
Endamê Desteya Giştî ya Tevgera Hîkmetê Rehîm Ebûdî ji Rûdawê re got, "Nêçîrvan Barzanî kesek e ku nêrîneke wî ya kûr heye.
Ji ber ku çendîn salan serokwezîr bûye û haydarî pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê ye, dikare di çareserkirina wan de xwedî rol be."
Ji 26ê Nîsanê ve Elî Zeydî ji bo pêkanîna hikûmeta nû hatiye raspartin.
Li gorî destûrê 30 roj li pêşiya wî hene ji bo ku kabîneya hikûmeta xwe bixe ber parlamentoyê û pêbaweriyê bistîne.
Endamê Mekteba Siyasî ya Rêxistina Bedrê Ebû Mîsaq Mesarî ji Rûdawê re ragihand:
"Pêwendiyeke Nêçîrvan Barzanî ya bihêz bi serkirdeyên siyasî û yên ku dewletê bi rê ve dibin re heye.
Ji ber wê jî dikare di lezkirina pêkanîna hikûmetê de xwedî rol be.
Ev serdan dê bibe destpêkek ji bo lezkirina pêkanîna hikûmetê û rêkxistina pirsan."
Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li ser maseya gotûbêjan in
Ev serdan di demekê de ye ku hîn çend pirs di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rawestandî û bêyî çareseriya yekcarî mane.
Ji wan pirsan meaş, budceya Pêşmergeyan, Madeya 140î û çend pirsên din ên taybet bi enerjiyê derdikevin pêş.
Endamê Parlamentoya Îraqê yê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Yûsif Kîlabî ji Rûdawê re ragihand:
"Em hêvîdar in aliyên Kurdistanî berjewendiya welêt li ber çavan bigirin û vê carê derbarê daxwaziyan de serî li yasayên budce û petrol û gazê bidin û li ser bingehên sereke li hev bikin.
Divê em hewl bidin bi wê rêyê wan nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bikin ku îhtîmala derketina wan heye, ji wan pirsên darayî, petrol û gaz û deriyên sînorî."
Yûsif Kîlabî her wiha got, "Hemû hêzên siyasî hewl didin bi lez hikûmetekê pêk bînin da ku dest bi kar bibe ji bo çareserkirina astengiyan ku pêwîstiya wê bi çareseriyeke bilez û bihêz heye.
Em wê yekê ji Nêçîrvan Barzanî çaverê dikin ku bi temambûna vê serdanê re, xetên mezin û sereke yên pêkanîna hikûmetê werin danîn.
Em hêvîdar in ev pirs bikevin ser maseya gotûbêjan û bi yekcarî werin çareserkirin."
Pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê di demekê de ye ku hîn bandorên aborî yên şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê li ser Îraqê mane.
Ji ber derketina astengiyan li pêşiya hinartina petrola wê, tevî ku her du aliyên şer di agirbestê de ne, rewş hîn jî hestryar e.
Ezam Hemdanî dibêje, "Niha rewş guncav e ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê.
Ji ber rewşa şer û zextên navneteweyî, hewldan ji bo çareserkirina wan hene."
Tê plankirin Kurd ji bo beşdarbûna di kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê de, daxwazên xwe bixin ber Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê.
Berdevkê Hevpeymaniya Nesrê Eqîl Rûdeynî dibêje, "Ew pirsgirêkên ku niha di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene, heman pirsgirêkên berê ne.
Yên herî diyar meaş, Madeya 140î û hinartina petrolê ne ku divê ji bo dabînkirina aramiyê ji bo civaka Îraqê bi Kurd û Ereban ve werin çareserkirin."