Yûsif Kilabî: Li Bexdayê qedrekî mezin ê Nêçîrvan Barzanî heye

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Hevpeymaniya Dewleta Yaseyê Yûsif Kilabî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê girîng dît û diyar kir ku ew kesayetiyek e ku ji aliyê hêzên siyasî yên Bexdayê ve rêzeke wî ya mezin heye.

Yûsif Kilabî destnîşan kir ku "Hemû hêzên siyasî hewl didin lezê bidin pêkanîna hikûmetê” û diyar kir ku ji bo çareserkirina wan “astengên dijwar” ên ku hewcedariya wan bi çareseriyên bilez, xurt û hevgirtî hene divê hikûmet dest bi kar bike.

"Dikare xetên bingehîn ên pêkanîna hikûmetê deyne"

Kilabî di hevpeyvîneke xwe ya li gel Rûdawê de diyar kir ku "ev serdan dikare xetên giştî û bingehîn ên pêkanîna hikûmetê deyne."

Wî her wiha hêvî kir ku ev serdan di bipêşdebirina pêvajoya siyasî de rola xwe bibîne û anî zimên ku Nêçîrvan Barzanî "bi wê yekê tê naskirin ku qedr û rêzeke wî ya mezin li Bexdayê heye."

Kilabî bangî hêzên siyasî, bi taybetî jî yên Kurdistanî kir ku "berjewendiya niştimanî bi giştî li ber çavan bigirin" û ji bo bidawîanîna nakokiyan giringiya "yasaya budceyê û yasaya petrol û gazê û lihevkirina li ser binesaziyan" derxist pêş.

Yûsif Kilabî diyar kir ku "mijarên darayî, petrol û gaz, deriyên sînorî û serweriya yekgirtî ya welat" her dem di navbera Bexda û Hewlêrê de cihê nakokiyê bûne.

Kilabî her wiha xwest ku ew mijar "li ser maseya diyalogê bên danîn û bi yekcarî bên çareserkirin."

Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro gihişt Bexdayê, û bi serokên fraksiyon û partiyên Şîe û Sunî re hevdîtinana dike.

Wî destpêkê bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yaseyê Nûrî Malikî re civînek pêk anî û çend serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê yên ku di nav wan de Hadî Amirî, Falih Feyad û Muhsîn Mendelawî jî hebûn, di vê civînê de amade bûn.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînan de pêvajoya siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya federal, her wiha dosyayên pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê tên gotûbêjkirin.