Nêçîrvan Barzanî û serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê re civiya.
Serkirdeyên Çarçoveyê ji ber hewlên çareserkirina pirsgirêkan "pesnê helwest û siyaseta" Nêçîrvan Barzanî da.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de bi serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê re civiya.
"Pêwîstî bi hikûmeteke bersivder heye"
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêvajoya siyasî ya Îraqê û hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqa Federal hatin gotûbêjkirin.
Di vê derbarê de hat gotin, "Tekezî li ser pêkanîna hikûmetekê hat kirin ku bersivdera astengiyên qonaxê be û cihê çaverê û daxwazên hemû pêkhateyên Îraqê be."
Her du aliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên welêt, girîngiya hevkariya aliyên siyasî û xebata hevbeş destnîşan kir.
Wan tekez kir ku divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê bên çareserkirin.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de giringiya parastina aramî, ewlehî û serweriya Îraqê jî hat diyarkirin.
Pesnê helwestên Nêçîrvan Barzanî hat dayîn
Nêçîrvan Barzanî ducare kir ku Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide pêvajoya siyasî ya Îraqê.
Wî da zanîn ku ew dê hemû hevkariyên pêwîst ji bo serxistina gavên pêkanîna hikûmeta nû pêşkêş bikin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser helwesta serkirdeyên Şîe jî ev agahî dan:
"Ji aliyê xwe ve, serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê derbirî.
Wan pesnê helwest û siyaseta Serok Nêçîrvan Barzanî û dîtin û nêrînên wî da ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan û hevkariya hevbeş hewl dide."
Li hêla din, bandor û encamên şer û rewşa herêmê ya li ser Îraqê mijareke din a civînê bû.
Di vê mijarê de jî hat xwestin ku welat ji metirsiyên pevçûn û aloziyan were dûrxistin.