کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî civiyan / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî civiyan / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

ÎRAQ

Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî li ser avakirina hikûmeta nû axivîn

RÛDAW

RÛDAW

04-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW04-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê
ÎRAQ18-11-2026

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê

DAIŞê li Nînowayê êrişî xaleke leşkerî kir
ÎRAQ15-11-2026

DAIŞê li Nînowayê êrişî xaleke leşkerî kir

Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî civiyan: Mûçe, budce û êrişa li Kormorê hatin gotûbêjkirin
ÎRAQ09-11-2026

Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî civiyan: Mûçe, budce û êrişa li Kormorê hatin gotûbêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Karbirêker ê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Bexdayê civiyan.

Her du aliyan di civînê de bal kişand ser wan hewldanên ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû tên dayîn.

Nivîsgeha Mihemed Şiya Sûdanî derbarê naveroka civînê de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, rewşa giştî ya welêt hewldanên avakirina hikûmeta nû hatin gotûbêjkirin.

Nivîsgeha Sûdanî di daxuyaniya xwe de anî zimên ku divê pêkanîna hikûmetê leztir bibe.

Her wiha hat destnîşankirin ku divê hikûmeta nû bi awayekî be ku daxwaz û hêviyên hemû xelkê Îraqê bi cih bîne.

Naveroka daxuyaniya Nivîsgeha Sûdanî wiha ye:

"Me îro duşemê Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwazî kir.

Di civînê de rewşa giştî ya welêt hat gotûbêjkirin û me balê kişand hewldanên ji bo pêkanîna hikûmeta nû.

Her wiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê pêkanîna hikûmetê bilez bibe.

Divê hikûmet nûnertiya daxwaz û hêviyên hemû gelê Îraqê bike."

Çareseriyên destûrî ji bo Hewlêr û Bexdayê

Di daxuyaniyê de li ser mijara aborî û pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê jî ev agahî hatin dayîn:

"Her di wê civînê de behsa destkeftiyên siyasî, aborî û bipêşketinê hat kirin ku di dema xebatên hikûmeta niha de çêbûne.

Birêz Barzanî jî spasiya hewldanên me kir. Wî kêfxweşiya xwe ji bo dîtina çareseriyên qanûnî û destûrî yên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêmê de nîşan da.

Her wiha behsa rûdanên herêmê û aloziyên heyî hat kirin.

Girîngiya hewldanên Îraqê yên ji bo piştgiriya aramiya herêmî û navneteweyî hat destnîşankirin.

Hat diyarkirin ku ev yek serweriya welêt xurt dike."

Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê

Li aliyê din Serokatiya Herêma Kurdistanê jî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de, pêvajoya siyasî ya welêt û gavên bên yên avakirina hikûmeta nû ya Îraqê hatin gotûbêjkirin.

Serokatoyê ragihand ku di civînê de "tekezî li ser girîngiya berdewamiya pêvajoya siyasî ya li ser bingeha hevbeş a di navbera pêkhateyan de hate kirin, bi awayekî ku hikûmeta bê temamkera hewlên parastina aramiyê û bipêşvebirina hevfêmkirina navbera aliyan be."

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan behsa kar û çalakiyên hikûmeta Îraqê ya Federal ên di qonaxa borî de kir.

Li aliyê din Nêçîrvan Barzanî destxweşî li hewlên Sûdanî kir.

Her wiha di civînê de tekezî li ser girîngiya avakirina li ser wan lihevfêmkirinan hate kirin yên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku çêbûne.

Di beşeke din a civînê dê tekezî li ser wê yekê hat kirin ku parastina aramiyê û dûrxistina Îraqê ji aloziyan û encamên şerê li herêmê, bi awayekî ku serweriya welat û berjewendiya giştî parastî bin.

Pirsên