Hewlêr (Rûdaw) - Emar Hekîm ragihand ku wan û Nêçîrvan Barzanî li ser piştgiriya ji bo Elî Zeydiyê ku ji bo pêkanîna hikûmetê hatiye erkdarkirin, li hev kiriye.
Serokê Tevgera Hîkmetê ya Niştimanî ya Îraqê Emar Hekîm û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyam
Emar Hekîm li ser hesabê xwe yê Facebookê derbarê civîna xwe ya li gel Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek belav kir.
Hekîm diyar kir, “Di pêşwaziya birayê xwe yê ezîz birêz Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de min bi xêr hatina wî û şanda pê re kir.
Me tekezî li ser girîngiya serdanên bi vî rengî yên dualî kir ku dibin sedema bihêzkirina pêwendiyan, nehiştina nakokiyan û zêdekirina xalên hevbeş ên ber bi çareseriyeke berfireh ve.”
"Piştgiriya me ji bo Elî Zeydî heye"
Emar Hekîm derbarê rewşa siyasî ya niha ya Îraqê amaje bi wê yekê kir ku wan piştgiriya xwe ji bo kesê ku ji bo pêkanîna hikûmetê hatiye erkdarkirin, nîşan daye.
Emar Hekîm got, “Me ducare piştgiriya xwe ji bo birêz Elî Zeydiyê ji bo pêkanîna hikûmetê hatiye erkdarkirin, nîşan da.
Me amaje pê kir ku divê hikûmeta nû hikûmeta xizmetguzarî û reforma aborî be û nûneratiya hemû pêkhateyên cuda yên civaka Îraqê bike.”
Serokê Tevgera Hîkmetê Emar Hekîm bal kişand ser aloziyên li herêmê û got:
“Me tekezî li ser wê yekê kir ku divê aloziyên li herêmê bi dawî bibin, şer bi temamî raweste û aramî vegere.
Me her wiha me tekezî li ser pêwîstiya vebûna Îraqê ya li hemberî herêmê û cîhanê ji bo aramkirina rewşê kir.”
Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye
Nêçîrvan Barzanî îro çû gihîşt Bexdayê û li gel Çarçoveya Hevahengiyê, Serokwezîrê Karbirêker ê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Elî Zeydiyê ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê hatiye erkdarkirin civiya.
Tê plankirin Nêçîrvan Barzanî bi hêzên Sunî re jî bicive.
Di serdana Bexdayê de Wezîrê Karên Derve yê Îraqê û Endamê Polîtboruya PDKyê Fuad Husên, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fevzî Herîrî, Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, Berpirsê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nûrî Osman û Serokê Fermangeha Hevahengî û Lipeyçûnê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulhekîm Xesro bi Nêçîrvan Barzanî re ne.
Serokatiya Herêma Kurdistanê berê sibehê ragihandibû ku Nêçîrvan Barzanî dê di serdana xwe de li gel serkirde û berpirsên pilebilind ên Îraqê çend civînan pêk bîne û tê de dê proseya siyasî, pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çend mijarên din bên gotûbêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse